Di topbarana li Idlibê de 6 kuştî, 75 jî birîndar

Hate ragihandin ku di encama topbarana li rojavayê Idlibê de 6 kes hatin kuştin û 75 jî birîndar bûn. Heman demê li gelek deverên "herêma bêçek" di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de şerekî dijwar rû da.

Di topbarana li Idlibê de 6 kuştî, 75 jî birîndar
6 mijdar, 2022   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê yên li nêzî balafirgeha Nêreb a leşkerî ya li Helebê bi cih bûne bi 6 moşekan 5 kampên rojavayê Idlibê topbaran kirin, hemwextî wê jî rojhilatê Idlibê  bi moşekan topbaran kirin

Di encamê de 6 welatî hatin kuştin di nav de jinek û du zarok hene û 75 jî birîndar bûn. Piranî birîndaran ji kampên Meram, Weten, Wadî Hec Xalid, kampa Stasyona Ava Kefir Rohîn, kama gundê Morîn û kampa Beîbee ya rojavayê Idlibê  ne.

Li aliyekî din çeteyên dewleta Tirk a dagirker, di nav de çeteyên Fetih El Mubîn baregehên Corîn, Şethe, Behse û Bereke yên li bakurê rojavayê Hemayê, devera Seraqib, derdora wê û Cobas ên Idlibê û Til Burkan ên bakurê Laziqiyê topbaran kirin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê derdora Erîha, Orom Coz, Benîn, Sifohin, Fetîre, Kefir Uwêd, Riwehe û Şenan ên Idlibê, derdora Etarib û gundên Kefir Eme û Kefir Teal ên rojavayê Helebê, Ziyare, Qerqor û Sermaniyê yên Hemayê topbaran kirin.

(fr)