Şaredariyên Gel ên Firatê ji sedî 80'ê projeyên xwe yên havînê pêk anîn

Bi nêzîkbûna zivistanê re, şaredariyên gel ên herêma Firatê ku ji meha Gulana îsal ve dest bi xebatên xwe kirin, zêdeyî ji sedî 80 projeyên xwe bi dawî kirin.

Şaredariyên Gel ên Firatê ji sedî 80'ê projeyên xwe yên havînê pêk anîn
6 mijdar, 2022   05:25
KOBANÊ

11 şaredarî girêdayî Komîteya Şaredariyan a herêma Firatê ne. Rêveberiya Xweser ji bo van şaredariyan ku xizmetguzariyên gel pêk bînin, îsal milyonek û 800 dolar vegetan.

Şaredariyên Gel n herêma Firatê di meha Gulana îsal de dest bi xebatên xwe kirin, lê ji ber rewşa awarte ya ku di Tîrmeha borî de ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatibû ragihandin, hin caran karê wê radiwestiya.

Lê belê, tevî vê yekê jî şaredariyên gel ji sedî 80'ê projeyên ku di plansaziya xwe ya îsal de danîbûn, bi dawî kirin. Li rêyan bi qasî 83 hezar û 200 metre kab xîz bil lêçûna 194 hezar dolar reşand.

Têkildarî projeyên kanalîzasyonê, şaredariyên gel ên herêma Firatê bi lêçûna 245 hezar dolar, nêzî 7 hezar û 40 metreyî temam kirin. Her wiha 78 lûle, 11 ebare û 4 kunên ji bo baranê li Kobanê hatin bicihkirin.

Îsal di 25′ê Gulanê de rê bi 272 ton qîr bi rûberiya 54 kîlometre, bi kêberiya 6 metre û qalindbûna 8 cm, hatin qîrkirin.

Di projeyên şaredariyên gel ên herêma Firatê de jî para beşê avê hebû. Av ji bo gelek gundewarên rojavayê Kobanê hat kişandin, ku li wir ziwabûna bîran û şorbûna avê hebû. Her wiha li hin gundên rojhilatê bajêr, bîr hatin kolandin. Hewizeke avê jî li Girê Miştenûr ê Kobanê, bi lêçûnek 178 hezar dolar hat avakirin.

Der barê çopê de jî, cihek tenê yê komkirina çopê heye, ew jî li rojhilatê Kobanê ye û bi qasî 2 hezar û 133 kîlometre dûrî wê ye. Karkerên paqijiyê rojane nêzî 20 ton çopê kom dikin. Komîteya Şaredariyan bi koordîneya Nivîsgeha Jîngehê ya herêma Firatê re hewl dide vê çopê ji nû ve bi kar bîne, lê pêdivî bi pisporî û alavên guncaw heye.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a herêma Firatê Hecî Ehmed wiha got: "Me îsal gelek projeyên xwe pêk anîn. Hinek proje jî hene em li ser kar dikin, di demeke nêz de û berî hatina zivistanê em ê bi dawî bikin. Bi taybet projeyên kanalîzasyonê û qîrkirina rêyan."

Hecî Ehmed li dawiyê bang li şêniyan kir ku parastina paqijiya bajêr û gundewarên wê û jîngehê bike, her wiha bang li rêxistinan kir ku desteka madî bidin, bi taybet di aliyên jinûve bikaranîna çopê da ku li şûna zirarê sûdê jê wergirin.

(hs)

ANHA