Hunermend Ednan Dilbirîn li Qamişlo hat bibîranîn

Hunermend Ednan Dilbirîn di salvegera 23`yan a koça wî ya dawî de li bajarê Qamişlo hat bibîranin.

Hunermend Ednan Dilbirîn li Qamişlo hat bibîranîn
Hunermend Ednan Dilbirîn li Qamişlo hat bibîranîn
Hunermend Ednan Dilbirîn li Qamişlo hat bibîranîn
Hunermend Ednan Dilbirîn li Qamişlo hat bibîranîn
Hunermend Ednan Dilbirîn li Qamişlo hat bibîranîn
5 mijdar, 2022   18:02
QAMIŞLO

Hunermend Ednan Dibirîn di sala 1956` an de li gundê Dîrswanê yê navçeya Şera ya herêma Efrînê ji dayik bûye û di sala 1999`an de koça dawî kir.

Kombenda Efrîn a Civakî merasîma bîranînê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo li dar xist.

Bi dehan welatiyên Qamişlo, koçberên Efrînê û endamên kombendê beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Endamê Kombenda Efrîn a Civakî Şerîf Mihemed li ser hunermend Ednan Dilbirîn wiha axivî: “Strana wî ya yekem `Ez keçika Mîdiya me` behsa jina kurd dike. Stranên Ednan Dilbirîn li ser asta Kurdistanê belav bûn. Gelek stranên wî yên din hene; sewda, li ser newrozê û li ser welêt bûn.”

Şerîf destnîşan kir ku nemir Ednan Dilbirîn di strana xwe “wer bibîne gundê me” de behsa gund û xweşbûna gundê xwe dike.

Li ser ser jiyana hunermendê nemir Ednan Dilbirîn sinevizyonek hat pêşandan. Piştra koma Çiyayên Kurmênc berhemên xwe pêşandan.

ANHA