Cop 27 îro li Misirê destpê dike

îro li bajarê Şerm El Şêx ê Misirê Lûtkeya Avhewayê (Cop 27) tê lidarxistin. Tê de serokên welatên cîhanê li hev dicivin û mijarên li ser erdê xeteriyê çêdikin, her wiha pirsgirêkên avhewayê ku dibin sedema karesatên xwezayî û zêdebûna germbûna erdê, nîqaş dikin.

Cop 27 îro li Misirê destpê dike
6 mijdar, 2022   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî oergenîzerên ji Misirê, îro li bajarê Şerm El Şêx ê Misirê Lûtkeya Avhewayê (Cop 27) bi tevlêbûna zêdetirî sed serokên dewlet û hikumetan dest pê dike.

Li gel aloziyên enerjiyê û xurekê, şerê Ukraynayê û pirsgirêkên avhewayê yên li seranserê cîhanê mîna lehî, pêlên germê û bageran, çav li encamên lûtkeyê ne.

Lûtke dê heta 18`ê Mijdarê berdewam bike.

Li gorî tora Frans 24, NY`yê hefteya borî hişyarî dabû ku rêyeke pêbawer li gorî lihevkirina Avhewayê ya Parîsê tune ye da ku rê li pêşiya zêdebûna germbûna erdê bigirin.

Tevî ku di vî alî de ji dema destpêkirina danûstandinên avhewayê li NY`yê ji 1995`an ve, lê li gel siyasetên heyî tê texmînkirin ku germahiya erdê 2.8 pileyan zêde bibe. Li gorî pisporan ev rêje trajîk e.

(şx)