​​​​​​​Panorama hefteyê: Dewleta Tirk dixwaze bakurê Sûriyê bixe bin kontrola El  Nusrayê

Hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bakurê Sûriyê ya dagirkirî bi temamî bixe bin serweriya çeteyên Cebhet El Nusra. Çavkaniyan eşkere kirin ku serokkomarê Misirê di lûtkeya li Cezaîrê de zexteke mezin kir da ku destwerdanên Tirkiyê yên li welatên erebî werin şermezarkirin, lê ev yek Cezaîrê tev lihev kir. Li aliyêkî din hewldanên normalîzekirina têkikiliyên Qahîre û Enqereyê asteng bûn.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Dewleta Tirk dixwaze bakurê Sûriyê bixe bin kontrola El  Nusrayê
6 mijdar, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê li bakurê Sûriyê yê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, rêveçûna normalîzekirina têkiliyên Misir û Tirkiyê, her wiha encamên lûtkeya Cezaîrê mijarên hefteya borî yên rojnameyên erebî bûn.

 ‘REJÎMA ERDOGAN ÇETEYÊN XWE TENGAV DIKE DA KU HERÊMÊN SERWERIYA XWE RADESTÎ 'EL NUSRAYÊ' BIKIN’

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El Weten a Sûriyê wiha nivîsî: “Rejîma serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan zextê li serçeteyên xwe yên li gundewarên bakur û bakurê rojhilatê Helebê dike da ku herêmên serweriya xwe radestî rêxistina 'Cebhet El Nusra' ya terorîst bikin.

Çavkaniyên ku siyaseta rejîma Erdogan li herêmên Sûriyê yên dagirkirî dişopînin, ji rojnameya El Weten re destnîşan kir ku Erdogan di rojên dawîn de hewldanên xwe yên tengavkirina serçeteyên xwe yên li herêmên operasyonên “Şaxê Zeytûnê” li Efrînê ya bakurê Helebê û “Mertalê Firatê” li bakurê rojhilatê Helebê, zêde kiriye. Çavkanî dibêjin armanc ferzkirina serweriya El Nusrayê li herêma Efrînê, piştre li herêmên Ezaz, Cerablus û Babê ye. Piştî ku nekarî hemû milîsên xwe di bin sîwana hêzeke leşkerî de kom bike.

Çavkaniyan da zanîn ku di hefteya dawîn de li Idlibê ya di bin serweriya El Nusrayê de gelek civînên ewlehiyê pêk hatine. Tê de serçeteyê terorîst ê bi nave Ebû Mihemed El Colanî bi serçeteyên “Feyleqa 3`yan” re rûniştiye, yên ku di şerê Efrînê de li hember El Nusrayê bi bin ketin.

Çavkaniyan her wiha bi bîr xist ku yekşema borî li Idlibê di encama civîna serçeteyên Feyleqa 3`yan de Ebû Omer Hecî Hirêtan, Ebû Tewfîq Til Rifet, Ebdulezîz Selame û serçeteyê El Nusrayê de, lihevkirineke kevn a di navbera her du aliyan de bi destpêkirina ketina El Nusra ya Efrînê re pêk hatiye, guhertiye. Li gorî wê, dê herêm di aliyê ewlehiyê de di bin serweriya El Nusrayê de bimîne heta ku piştre derbasî Ezazê jî dibin.

Li gorî çavkaniyan, lihevkirina berê ya hatiye guhertin, bi serkêşiya MÎT`ê pêk hatiye.

Çavkaniyan her wiha da zanîn ku efserên Tirk ên ji MÎT`ê, Wezareta Parastinê ya Tirkiyê duh li Dîlokê bi serçeteyên piraniya milîsên 'Artêşa Nîştimanî' re civiyane ku di 10 rojan de ev cara duyemîn e. Li gorî çavkaniyan, efserên Tirk serçete têkildarî biryara Enqereyê ya radestkirina herêmên serweriya wan bo El Nusrayê û binketina hewldanên avakirina “artêşekê” û hêzeke leşkerî ya navendî li bakurê Sûriyê, agahdar kirine.

Her wiha bal kişandin ser vî tiştî ku bakurê Sûriyê piştre dê bikeve bin serweriya ewlehiyê ya rêxistina El Nusrayê ku dê baskên wê yên sivîl çavdêriya saziyên “hikumeta demkî” ya opozîsyonê ya girêdayî rejîma Tirkiyê bikin.ʹʹ

′ÇIMA RÊVEÇÛNA NORMALÎZAKIRINA TÊKILIYÊN MISIR-TIRKIYÊ TEVLIHEV BÛ?′

Li ser têkiliyên Misir-Tirkiyê rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsand: "Li gorî berpirsên her du aliyan, careke din dosyaya "normalîzakirina têkiliyan" di navbera Misir û dewleta Tirk de vegerîn destpêkê. Her wiha Enqereyê got taloqkirin ne ji aliyê wê de ye, lê berpirsên Qahîreyê da zanîn ku ew “tu guhartinan nabînin.

Dîplomatên Misir û Tirkiyê par 2 gerên dan û standinan li Qahîre û Enqereyê li ser pêkanîna normalîzakirina têkiliyan di navbera her du aliyan de pêk anîn. Lê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku xebat hêdî hêdî diçe, lê ev yek ne ji ber Tirkiyê ye.

Piştî daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî ku hevdîtinên di navbera Misir û dewleta Tirk de sekinîn, wezîrê Tirkiyê ev daxuyanî da. Şukrî eşkere kir ku ji ber Tirkiyê tu guhartin di rêveçûna têkiliyan de pêk neanîn, ev yek sekinî.ʹʹ

ANHA