​​​​​​​Meclisa Dêrik û saziyên wê li giliyên şêniyan guhdar kirin

Meclisa navçeya Dêrikê ji şêniyên Dêrikê re civînek li dar xist û li nêrîn, gilî û pêşniyarên wan ên der barê xizmetguzariyên bingehîn de guhdar kirin.

​​​​​​​Meclisa Dêrik û saziyên wê li giliyên şêniyan guhdar kirin
5 mijdar, 2022   15:02
QAMIŞLO

Di civînê de bi dehan şêniyên taxa Tecnîd a Dêrik, hevserokên şaredariya gel, daîreya kehrebê û avê, sotemenî û çandiniyê amade bûn.

Di civînê de hevserokê Meclisa navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm rewşa siyasî ya giştî li Sûriyê, rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet şîrove kir.

/ar/uploads/files/2022/11/05/145050_2022-11-05-drk-civinen-navceya-derike-e280ab2815581072929e280ac-e280abe280ac.webp

Ebdurehîm wiha got: "Meclisên navçe û bajarokan guhd didin nêrînên şêniyên ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan, bi taybet ên girêdayî dozen xizmetguzarî, da ku şaştiyan bi koordînaya komîn û saziyên xizmetguzarî re telefî  û sererast bikin."

Dûre li giliyên şênî, nêrîn û pêşniyarên wan hate guhdarkirin.

Piştî guhdarkirina li nêrînên şêniyan, Meclisa navçeya Dêrik, hevserokên saziyan û navendên xizmetguzariyan nêrîn û giliyên şêniyan qeyd kirin ku nîqaş bikin û çareyên guncaw ji wan re bibînin.

(fr)

ANHA