​​​​​​​Rojnamevan: Girtina rojnamevanên Bakur berdewama polîtîkayên qirkirinê ye

Rojnamevanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku girtina rojnamevanan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, domandina polîtîkayên bêdengkirin û şikandina “pênûsên azad” e ku rastiya polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd aşkera dikin.

​​​​​​​Rojnamevan: Girtina rojnamevanên Bakur berdewama polîtîkayên qirkirinê ye
5 mijdar, 2022   23:38
HESEKÊ - BASIL REŞÎD

Hemwextî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê, rayedarên dewleta Tirk di 25'ê Cotmehê de ji bo ku polîtîkayên xwe yên qirkirinê di her astê de temam bikin, gerînendeya karên nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Denîz Nazlim, Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Emrullah Acar, Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger girtin.

Tevî ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê gelek belge û îsbatên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, eşkere kirin jî, lê dewleta Tirk a dagirker bi rêya medyayê vê yekê berevajî dike û kesên daxwaza lêpirsîna sûcên wê dikin, digire. Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîban a Tirk Şebnem Korûr Fîncanci jî di 27’ê Cotmehê de hatibû girtin.

Li gorî Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas, di sala 2022’yan de, ji nava 180 dewletan, sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî azadiya çapemeniyê, di rêza 149’an de ye. Ev sûc rastî bertekên rojnamevan û xebatkarên saziyên çapemeniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hat. Rojnamevanan girtina hevalên xwe yên rojnamevan ên Bakurê Kurdistanê şermezar kir. Rojnamevanan bang li Navenda Parastin û Mafên Rojnamegeran, her wiha bang li Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan û Ewlehiya Rojnamegeran kir ku ji bo berdana wan demildest mudaxele bikin.

/kr/uploads/files/2022/11/05/161208_-large.webp

Têkildarî mijarê, nûçegihanê Ronahî TV’yê Silêman El Tewîl destnîşan kir ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker ku xwe dispêre qirkirinê, ji roja damezirandina wê û heta îro ji kesî nayê veşartin. El Tewîl got: "Dewleta dagirker a faşîst kesên polîtîkayên wê yên dagirkeriyê yên ku armanca wan tunekirina gelan û şikandina her pênûseke azad eşkere dikin, bê deng dike."

‘ARMANCA DAGIRKERIYA TIRK BÊDENKIRINA PÊNÛSÊN AZAD E’

El Tewîl wiha pê de çû: "Girtina rojnamevanên Bakur vê dema dawî beşek ji polîtîkayên bêdengkirin û şikandina pênûsên azad e ku li dijî polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker a li herêmê ne."

El Tewîl her wiha got: "Divê kiryar û polîtîkayên qirkirinê yên AKP'ê yên li ser gelên Kurdistanê bên eşkerekirin."

Silêman El Tewîl bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên parastina mafên rojnamegeran a li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên di her warî de rexne kir. Her wiha bang li wan kir ku ji bo serbestberdana wan, demildest tev bigerin û mudaxele bikin.

/kr/uploads/files/2022/11/05/161227_-large.webp

Xebatkarê Radyoya Dengê Jiyanê (Sewt El Heyat) Mîrxan Emadî jî diyar kir ku dewleta Tirk bi girtina rojnamevanên Kurd, rê li ber azadiya ramanê digire ku ev jî binpêkirinek eşkere ya mafên mirovan e, bi rêya wê jî hemleyên xwe yên qirkirina gelê Kurd û gelên herêmê didomîne. Ev yek hemwextî nêzîkbûna hilbijartinan û kêmbûna piştgiriya gel a ji Erdogan re tê kirin.

Emadî her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker rexne kir. Ji guhertina demokgrafiya herêmên ku dagir kiriye û heta bikaranîna wê ya çekên kîmyewî li dijî hêzên gerîla yên ku serkeftin bidestxistin û hemû plan û komployên li dijî gelê herêmê têk birin.

Her wiha Mîrxan Emadî got: "Dewleta Tirk a dagirker ji ber berxwedana lehengane ya hêzên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê, nikarîbû armancên xwe pêk bîne. Di heman demê de, berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hemû planên dagirkeriya Tirk têk birin."

(hs)

ANHA