​​​​​​​Kongra Star a Lubnanê dest bi hemleya xwe ya yekemîn ji bo 25`ê Mijdarê kir

Kongra Star a Lubnanê ji bo 25`ê Mijdarê dest bi hemleyekê kir. Di wê çarçoveyê de panelek têkildarî tundiya li ser jinan li dar xist.

​​​​​​​Kongra Star a Lubnanê dest bi hemleya xwe ya yekemîn ji bo 25`ê Mijdarê kir
5 mijdar, 2022   16:23
BEYRÛT

Di panelê de berpirsa têkiliyên dîplomatîk a Kongra Star a Lubnanê Henan Osman axivî û destnîşan kir ku bûyerên tundiyê di civakê de zêde dibin. Her wiha îşaret bi girîngiya yekbûna saziyên jinan di bin dirûşma “Jin jiyan azadî” li hember tundiyê kir.

/ar/uploads/files/2022/11/05/160935_img-20221105-wa0014.webp

Mêvana panelê çalakvan Fatin Azad Hemed di panelê de axivî û şehîdên azadiyê mîna Mehsa Emînî, Hevrîn Xelef, Zîlan, Sara û şehîdên filistînî mîna Delal Mexirbî û Leyla Xalid bi bîr anîn û der barê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, rola jinan di civakê de, girîngiya perwerdeyê û pêwîstiya yekbûna jinan li cîhanê de axivî.

Di panelê de beşdaran nêrînên xwe der barê mijarên hatine gotubêjkirin de, nîqaş kirin.

ANHA