​​​​​​​Parlamentera Ewropayê soza piştgiriyê da şêniyên Efrînê

Nûnera Partiya Keskan a Almanyayê ya di Parlamentoya Ewropayê de Katrin Langensiepen bi endamên Kombenda Efrînê ya Civakî re civiya û diyar kir ku ew ê desteka madî û manewî bidin koçberên Efrînê yên li kampên Şehbayê û deng û azarên wan bigihînin Parlamentoya Ewropayê.

​​​​​​​Parlamentera Ewropayê soza piştgiriyê da şêniyên Efrînê
5 mijdar, 2022   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnera Partiya Keskan a Almanyayê ya di Parlamentoya Ewropayê de Katrin Langensiepen û şêwirmendê wê Ferdî Nandor duh (în) serdana navenda Kombenda Efrînê ya Civakî ya li bajarê Qamişloyê kir. Katrin Langensiepen û şêwirmendê wê Ferdî Nandor bi rêveberên Kombenda Efrînê ya Civakî Hêvîn Mistefa û Îbrahîm Heftaro re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de rewş û azarên şêniyên Efrînê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmên wan û sûcên ku li dijî wan tên kirin, di nav de kuştin, îşkencekirin, revandin, birîna daran û wêrankirina cihên dîrokî û olî hatin nîqaşkirin.

Rêveberên Kombenda Civakî ya Efrînê îşaret bi rewşa koçberên Efrînê yên li kampên Şehbayê kir û girîngiya ku hemû cure destek pêşkêşî wan werin kirin, destnîşan kirin. Her wiha diyar kir ku daxwaza wan a sereke bidawîkirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wan li Efrînê û vegera ewle ya koçberan li warê wan e û got: “Daxwaza me ji rêzdar Katrin ew e ku dengê şêniyên Efrînê û daxwazên wan bigihîne Parlamentoya Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan ên li Ewropayê da ku zextê li dewleta Tirk bikin û hesab ji wê û çeteyên wê bixwazin."

Hêvîn Mistefa û Îbrahîm Heftaro behsa modela Rêveberiya Xweser jî kir û ev tişt anî ziman: “Modela Rêveberiya Xweser wek projeyeke demokratîk a serkeftî ye ku ewlehî û aramî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn. Hemû pêkhateyên olî û etnîk di saziyên Rêveberiya Xweser de nûnertiyê dikin.”

Her wiha diyar kirin ku ev proje beriya dagirkirinê li Efrînê hatibû rûniştandin û hate gotin: "Efrîn dagir kirin da ku vê modelê têk bibin, ji ber ku ev proje ji bo aloziya Sûriyê û herêmî çareserî û hêvî ye."

Parlamenter Katrin Langensiepen soz da ku ew ê deng û azarên koçberên Efrînê bigihînin saziyên Partiya Keskan a Almanyayê û Parlamentoya Ewropayê û got ew ê hewl bidin tevahî cureyên desteka madî û manewî pêşkêşî koçberên Efrînê, bi taybet ên li kampên Şehbayê bikin.

Di dawiya hevdîtinê de Kombenda Efrînê ya Civakî plaketeke ku wêneya dara zeytûnê li ser e, diyarî parlamenterê kir.

Katrin Langensiepen duh li Amûdê bi Komîteya Koçberên Serêkaniyê re civiyabû.

ANHA