​​​​​​​Li Dêrazorê 7 çete hatin girtin

QSD’ê bi beşdarbûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hevkariya Koalîsyona Navneteweyî li Dêrazorê 7 çete girtin.

​​​​​​​Li Dêrazorê 7 çete hatin girtin
5 mijdar, 2022   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDʹê bi daxuyaniyekê ragihand ku şaneyeke çeteyên DAIŞʹê ku ji 7 çeteyan pêk dihat, ji bajarokê Ezba yê li bakurê Dêrazorê hat bêbandorkirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Hêzên Komando yên girêdayî hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî 7 terorîstên rêxistina DAIŞʹê li bajarokê Ezba yê bakurê Dêrazorê girtin.

Her wiha çekên cuda, alavên peywendiyê, belgeyên ku têkiliyên wan bi rêxistina DAIŞ a terorîst re piştrast dikin, desteser kirin.

Hêzên me teqez dikin ku têkoşîna li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst û jihevistina wan, kontrolkirina ewlehî û îstiqrara herêmê, parastina şêniyên û destkeftiyên wan dê bidomînin."