Şêniyên Til Temirê: Em li hember êrişên dewleta Tirk piştgiriya hêzên xwe dikin

Şêniyên Til Temirê da zanîn ku ew bi xaka xwe ve girêdayî ne û êriş bandorê li berxwedana wan nakin û got "Em ji bo têkbirina êrişan destekê didin hêzên xwe yên leşkerî."

Şêniyên Til Temirê: Em li hember êrişên dewleta Tirk piştgiriya hêzên xwe dikin
5 mijdar, 2022   04:36
HESEKÊ

Ji dema dagirkeriya Tirk hatiye nêzî navçeya Til Temirê ya Hesekê, piştî dagirkirina Serêkaniyê di dawiya 2019′an de Til Temir ji hêla wê û çeteyên wê ve rojane tê topbarankirin.

Welatiya bi navê Meryem Ebdullah Mihemed li ser mijarê wiha got: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rojane Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef, bi taybet Til Temir. Lê ev yek bandorê li berxwedan û têkoşîna me nake û li gel me hêza parastina xaka me heye.”

Meryemê wiha domand: "Dê hemû êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê werin têkbirin, ji ber xwediyê mafê ne û xwediyê vê xakê ne. Lê êrişên berdewam nîşaneya lawaziya dagirkeriya Tirk in. Armanc dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji van êrişan koçberkirina şêniyên herêmê û pergendebûna wan e. Lê li gel me hêz heye û em ê parastina vê xakê bikin û li gel hêzên xwe yên leşkerî bisekinin ku van êrişan têk bibin."

Welatiyê bi navê Ehmed Hemo Hesen wiha got: "Hemû pêkhateyên Til Temirê hevgirtî ne û amade ne bersiva êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bidin û alîkariya hêzên xwe yên leşkerî bikin. Em satirên axê lê dikin da ku parastina xwe bikin û êrişan têk bibin."

Hesan bang li Koalîsyona Navneteweyî û hêzên Rûsyayê kir ku sînorekê ji van êrişan re deynin û wiha domand: "Divê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji axa me derxin û sînorekê ji êrişên wan ên rojane li ser herêmê me re, deynin."

Li dawiyê jî, welatiya bi navê Emel Seîd El Ehmed wiha got: "Em êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser herêmên me qebûl nakin. Em li ser axa xwe ne û jiyana xwe dewam dikin. Zarokên me, ruxmî topên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, dibistanên xwe dewam dikin. Em şêniyên Til Temirê piştgiriya hev dikin, xendekan li malên xwe çêdikin, da ku di dema êrişan de xwe tê de veşêrin û amade ne li hember êrişan bisekinin."

(fr)

ANHA