​​​​​​​′Me çawa DAIŞ têk bir, em ê çeteyên din jî têk bibin′

Şervanên li eniyên şer ên amadekariyên xwe li hember êrişên muhtemel ên li ser herêmê zêde dikin. Şervanan got "Me çawa DAIŞ têk bir, em ê Heyet Tehrîr El Şamê jî têk bibin."

​​​​​​​′Me çawa DAIŞ têk bir, em ê çeteyên din jî têk bibin′
5 mijdar, 2022   00:41
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Li herêmên bakurê Sûriyê pêşdeçûn û guhartinên meydanî hene. Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ji Efrînê û gundewarên wê yên dagirkirî dest pê kir û tevahî herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî bi fermana dewleta Tirk kontrol kirin.

Li hember guhartinên li bakurê Sûriyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê amade ne ku herêmên xwe li hember êrişên çeteyan û terora dewleta Tirk a dagirker biparêzin.

Li ser mijarê, şervan Ehmed Xelîl El Mûsa got: "Ev guhartin ji demekê ve li eniyên şer pêk tên, bi taybet piştî şanoya şerê çeteyan li herêmên dewleta Tirk dagir kirine. Her wiha pevçûnên di navbera çeteyên Cebhet El Şamiyê û HTŞ′ê de ji bo berjewendiyên wan in."

El Mûsa wiha domand: "Em li eniyên şer in û çavê me li tevgerên dijmin e. Mîna me çawa berê red kir, em niha jî hebûna çeteyên dewleta Tirk li ser sînorê bajarê xwe red dikin. Ji ber piştigriyê didin DAIŞ′ê. Em amade ne parastina Minbicê li hember her êrişekê bikin."

Şervan Ela Minbic jî li ser bûyerên dawîn ên li herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî got ev planeke navneteweyî ya nû li hember hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha domand: "Ev herêm bi ser eniyên şer ve bimînin xetereyeke mezin li ser herêmê çêdikin, ewlehî û îstîqrara li herêmên me tevlihev dikin."

Ela Minbic diyar kir ku wek Meclisa Leşkerî ya Minbicê amade ne li hember her êrişeke li ser Minbicê bisekinin.

Şervan Yasmîn Şahîn jî diyar kir ku belavbûna çeteyên HTŞ′ê li eniyên şer ên bi ser Minbicê ve temamkirina projeya DAIŞ′ê ye û wiha got: "Em ê li hember wan bisekinin mîna, me çawa DAIŞ têk bir, em ê wan jî têk bibin."

Yasmînê wiha domand: "Ev tiştê dibe komplo û lihevkirinên li dijî gel û herêmên me ne û hêzên herêmê û navneteweyî li pey wan in. Ji lew re em soz didin şehîdan ku em ê li ser şopa wan bin û parastina destkeftiyên xwe bikin."

Li gorî şervan Ehmed Setam jî li herêman di vê dawiyê de çeteyên Ehrar El Şam lê belav bûne û alên xwe li hin nuqteyan diguherînin. Her wiha tevgera balafirên keşfê û yên bêmirov ên dewleta Tirk li eniyên şer heye.

(fr)

ANHA