​​​​​​​Şehîdê biratiya gelan: Aryo

Endamê Hêzên Sutoro Îbrahîm Mîxaîl (Aryo) ji bingehê baweriya bi rêgezên biratiya gelan û neteweya demokratîk, da ser rêya şoreşê û di oxira pêkanîna van rêgazan de şehîd bû.

​​​​​​​Şehîdê biratiya gelan: Aryo
4 mijdar, 2022   23:34
HESEKÊ – ARAM EHMED

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevgirtina pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Turkmen di bin sîwanekê de ji şoreşên dîtir cuda bû.

Hêzên Sutoro yên suryanî yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji destpêka damezirandina xwe ve di  2013’an de, erka parastina herêmê girtiye ser xwe.

Hêzên Sutoro ne tenê di pêngavên li dijî DAIŞ’ê de beşdar bû, di heman demê de ji bo parastina herêmê û hemû pêkhateyên wê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a li ser bingeha biratiya gelan, tê dikoşin.

Di 12’ê Cotmehê de balafirek bêmirov a biçek a  dewleta Tirk a dagirker erebeyek ku ji merasîma bîraîna sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef vedigeriya, li nêzî kampa Newroz a navçeya Dêrikê ya Qamişlo kir hedef. Di encamê endamê Hêzên Sutoro Îbrahîm Mîxaîl (Aryo) şehîd bû.

ŞEHÎD ÎBRAHÎM MÎXAÎK (ARYO) KÎ YE?

Îbrahîm Besam Mîxaîl (Aryo) di 1998’an de li bajarê Hesekê ji dayik bû. Îbrahîm kurê mezin ê malbatê ye û birayek û xwişkek jê biçûktir hene.

Di 2002’yan de malbat berî dide bajarê Dêrazorê û li wir bi cih dibe. Îbrahîm li wir dest bi xwendinê dike. Bi destpêka aloziya Sûriyê re bi malbata xwe re vedigere Hesekê û li wir bi cih dibe.

ʹÎBRAHÎM DÊ ÇEKÊ RAKEʹ

Dayika şehîd Îbrahîm (Aryo), Rahîl Ebdulehed Şemûn got: “Ji ber ku Îbrahîm zarokê pêşîn ê malbatê bû me gelek ew bi delalî mezin dikir, pir ji kirîna çekan hez dikir û bi wan dilîst, min ji xwe re digot dê rojekê Îbrahîm çekê rake.”

ʹDIVÊ EM XAK Û DOZA XWE BIPARÊZINʹ

Rahêl Şemûn wiha domand: “Îbrahîm zaroketiyeke xweş jiya. Ji hevalên xwe cuda bû, li Dêrazorê dest bi xwendinê kir, lê ji ber rewşa Sûriyê ya wê demê em neçar man ku vegerin Hesekê, wê demê Îbrahîm dev ji xwendinl berda û biryara tevlêbûna hêzên Sutoro da. Tevî ku min hewl da wî iqna bikin ku ji hêzê leşkerî û ewlehiyê dûr bikeve, lê wî her tim digot, ev xaka me ye û divê em xak û doza xwe biparêzin."

WÎ DEV JI ÇEK Û DOZA XWE BERNEDIDA

Dayika şehîd Aryo behsa taybetmendiyên kurê xwe yê şehîd kir û wiha ev li axaftina xwe zêde kir: “Îbrahîm pir ji gelê xwe hez dikir û dihat hezkirin. Bi çek û doza xwe ve girêdayî bû, piştî ku biryara parastina gel û doza xwe da, ji me re bû jêdera serferaziyê. Ez pir bi kurê xwe serbilind im, min texmîn nedikir ku bi hezaran kes jê hez bikin, piştî ku min hevalên wî dîtin hinekî êşên me sivik bûn, ji ber ku me cihê wî di dilê kesên ku wî nas dikin de, nas kir.”

ʹRÊYA PARASTINA XAKA XWE HILBIJARTʹ

Her wiha, bavê şehîd Aryo, Besam Mîxaîl got: “Cihê Îbrahîm li cem min cuda bû, ji ber ku kurê min ê mezin bû. Destpêka ku çeteyê DAIŞ’ê ketin bajarê Hesekê min û kurê xwe Îbrahîm biryara tevlêbûna nava hêzên Sutoro dan. Ez pir bi wî serbilind bûm ji ber ku wî rêya parastina xak û bajarê xwe hilbijart.”

Besam Mîxaîl anî ziman ku parastina welat erka hemiyan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber vê yekê min pêşiya Îbrahîm negirt ku tev li hêzên leşkerî bibe. Eger kurê û kesên din vî bajarê neparêzin, wê demê wê bajarê me wekî deverên din wêran bibe. Îbrahîm xwîngerm bû û di gelek pêngavan de beşdar bû. Di salên dawî de li Dêrikê dima û di wê demê de me biryara da ku wî bizewicînin. Piştî me jê re yek xwest bi du rojan, bi hevalên xwe re tev li pêngava rizgarkirina Dêrazorê bû."

Şehîd Aryo beşdarî pêngava bersivandina êrişên çeteyên DAIŞʹê yên sala 2015ʹan yên li ser Til Temir û Serêkaniyê, pêngava rizgarkirina Şedadê ya sala 2017ʹan, pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê ya 2016ʹan, pêngava rizgarkirina Reqayê sala 2017ʹan û pêngava rizgarkirina Dêrazorê ya sala 2019ʹan bû.

JIYANA LI SER BINGEHA BIRATIYA GELAN

Bavê şehîd Aryo diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û got: "Ji ber ku ji bo doza xwe şehîd ket û ew yek ji lehengên vê dozê ye ku gel û xaka xwe parast.”

DEV JI ARMANCÊN ŞEHÎDAN BERNEDIN

Di dawiya axaftina xwe de Besam Mîxaîl bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li ser rêya şehîdan bin û xaka xwe biparêzin û dev ji armancên şehîdan bernedin.

Her wiha, ji fermandarên Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Sutoro û hevalê şehîd Aryo, Îskender Şemûn got, şehîd Îbrahîm aram bû, nedixwest tu kes jê aciz bibe, hertim bi dilekî xweş bi hemiyan re dida û distand.

ÎBRAHÎM JI BINGEHA BIRATIYA GELAN Û NETEWEYA DEMOKRATÎK BAWER DIKIR

Şemûn wiha zêde kir: “Şehîd Îbrahîm li ser bingeha biratiya gelan û neteweya demokratîk dixebitî, armanca wî ya serke mirovahî û beşdarbûna bi hemû pêkhateyên herêmê bê neteweperestî heta rizgarkirina herêmê û parastina destkeftiyên wê bû.”

JI GOTINÊN WÎ: “EV ŞOREŞ HIŞT KU EM DÎROK, ZIMAN Û MAFÊN XWE NAS BIKIN”

Îskender Şemûn wiha axivî: “Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pirrengiya xwe ya olî û neteweyî hat naskirin, ev yek jî hişt ku ev şoreş cuda be. Şehîd Îbrahîm hertim rewşa niha bi ya berê re ku di bin desthilatiya pergalên zordest de bû, dinaî ber hev û digot ku ev şoreş hişt ku em dîrok, ziman û mafên xwe nas bikin.”

ŞOPANDINA RÊYA WÎ

Di dawiya axaftina xwe de, Iskener Şemûn soz da şehîd Îbrahîm û malbata wî ku rêya şehîdan bişopîne û erkên ku şehîd Îbrahîm ji wan re hiştine pêk bîne û parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomîne.

(mh)

ANHA