​​​​​​​Rojnameyên erebî: Urdin ji bo başûrê Sûriyê alîkariyê ji Rûsya dixwaze

Rojnameyên erebî yên vê sibehê, behsa dan û standinên Rûsya-Urdinê yên li ser başûrê Sûriyê, têkiliyên Misir-Tirkiyê û rewşa Lubnanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Urdin ji bo başûrê Sûriyê alîkariyê ji Rûsya dixwaze
4 mijdar, 2022   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ŞAHÊ URDINÊ JI BO PÊŞÎ LI RAGEŞIYA ÎSRAÎL-ÎRANÊ BIGIRE ALÎKARIYA RÛSYAYÊ DIXWAZE’

Têkildarî dan û standinên Rûsya-Urdinê, rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Şahê Urdinê, Ebdullah El Sanî di serdana wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov a Umanê de derfeteke alîkariyê ji Rûsya xwest da ku zextê li Îranê bike û bihêle ji hebûna xwe ya li başûrê Sûriyê kêm bike. Ew yek ji ber metirsiya wê ye ku Urdinê temenê rageşiyeke di navbera wê û Îsraîlê de bide, pêk tê.

Ebdullah El Sanî teqezî bi girîngiya pêkanîna îstîqrarê li Sûriyê, bi taybet li herêmên başûr kir û diyar kir ku divê hewldanên ji bo gihandina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re ku yekitiya Sûriyê ji xak û gel diparêze û vegera dilxwaz û ewle ya penaberan garantî dike, aktîf be.

Li gorî çavdêran, şahê Urdinê ji rayedarê Rûsyayê re metirsiyara welatê xwe eşkere kir, bi taybet Îranê ji ber mijûlbûna Rûsyayê bi şerê li dijî Ukraynayê re derfetek ji bo zêdekirina hebûna xwe ya leşkerî ya îstîxbaratî pêk anî, her wiha deriyên ji bo zêdekirina hejmara milîsên xwe li herêmê vekirin. Îsraîl jî vê yekê qebûl nake û dibe ku neçar bibe ku bersivê bide armancên Îranê."

′ÇIMA RÊVEÇÛNA NORMALÎZAKIRINA TÊKILIYÊN MISIR-TIRKIYÊ TEVLIHEV BÛ?′

Li ser têkiliyên Misir-Tirkiyê rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsand: "Li gorî berpirsên her du aliyan, careke din dosyaya "normalîzakirina têkiliyan" di navbera Misir û dewleta Tirk de vegerîn destpêkê. Her wiha Enqereyê got taloqkirin ne ji aliyê wê de ye, lê berpirsên Qahîreyê da zanîn ku ew “tu guhartinan nabînin".

Dîplomatên Misir û Tirkiyê par 2 gerên dan û standinan li Qahîre û Enqereyê li ser pêkanîna normalîzakirina têkiliyan di navbera her du aliyan de pêk anîn. Lê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku xebat hêdî hêdî diçe, lê ev yek ne ji ber Tirkiyê ye.

Piştî daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî ku hevdîtinên di navbera Misir û dewleta Tirk de sekinîn, wezîrê Tirkiyê ev daxuyanî da. Şukrî eşkere kir ku ji ber Tirkiyê tu guhartin di rêveçûna têkiliyan de pêk neanîn, ev yek sekinî."

‘CIVÎNEKE ‘LIHEVKIRÎ’ YA KU HIKUMETÊ ‘MECBÛR DIKE’ KU KAR BIKE′

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El Axbar a Lubnanê wiha nivîsand: "Civîna desteya giştî ku duh li dar ketiye, bi xwendina peyama serokê berê Mîşêl Ewn ji Meclisa Nûneran re bi dawî bû. Di peyamê de hate diyarkirin ku divê tenê hikumeta Necîb Mîqatî bi erkên xwe wek hikumeta kar, tev bigere. Lê Tevgera El Wetenî ya El Hur (Tevgera Nîştimanî ya Azad) diyar kir ku armanc ji peyamê hikumet serbixwe be. Metirsiya Ewn li ser îhtîmala vegera Mîqatî ber bi lidarxistina gelek civînên wezaretê ve yan jî erkên serokkomar li gel tunebûna civîneke hikumetê yan jî wezaretê biguherîne û li şûna wê hin wezîrên din erkdar bike.”

(fr)