Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin, careke din serî li dozgeriyê da.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da
4 mijdar, 2022   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî parêzer Mazlûm Dînç, her wiha Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş, careke din ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Her wiha malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serî li Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê jî da.

19 meh e tu agahî ji rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.