MXDŞ: Ev opersyoneke hevbaş a MÎT û PDK’ê ye ku li ser gelê me tê meşandin

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî êrişa vê êvarê ya li dijî Şengalê ku di encamê de ciwanek şehîd bûn û jinek birîndar bû daxuyanî da û got: “Ev opersyoneke hevbaş a MÎT û PDK’ê ye ku li ser gelê me tê meşandin.”

MXDŞ: Ev opersyoneke hevbaş a MÎT û PDK’ê ye ku li ser gelê me tê meşandin
3 mijdar, 2022   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirek bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li taxa El Nisir a Şengalê wesayitek hedef girt. Di encama êrişê de ciwanek Êzidî şehîd bû û jinek jî birîndar bû.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) têkildarî êrişê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Em dibînin li ser Şengalê planên tunekirinên ên cidî hene. Ev opersyoneke hevbaş a MÎT û PDK’ê ye li ser gelê me tê meşandin. Ew dixwazin bi van êrişan vegera gel a ji bo Şengalê asteng biikin û rê li ber mezinbûna îradeya azad a civaka me bigirin.  Di nava van rojên dawî de gelek êriş li ser Şengalê pêk hatin û hikumeta Îraqê her bêdeng e.

 Herî dawî îro saet di 18:20`an de li Şengalê li dijî wesayîteke sivîl êrişa heway pêk. Di encama vê êrişê de ciwanê bi navê Mihsin Şemo Hîto ê ji komalgeha Girzerik Şehîd bû û jinek birîndar bû. Em bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê sersaxî ji malbata şehîd û şîfayê ji birîndarê re dixwazin.

 Ev planekî metirsîdar e û li himberî hemû Êzdiyan e. Li ser vê esasê em bang li gelê xwe dikin rabin ser xwe û bêdeng nemînin. Ji bo vê jî gelê me sibe saet di 9:00`an de li ber avahiya Meclisa Gel a Şengalê amade bin û dest bi çalakiya meşê bikin.  Beşdariya di meşê de erka hemû êzidiyan û xwedî derketina li şehîdan e.”