Şêniyên Dirbêsiyê êrişên kîmyewî şermezar kirin

Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê bi xwepêşandanekê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji hêla dagirkeriya Tirk ve şermezar kir û bang li gelên Kurdistanî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan serî hildin û derkevin qadan.

3 mijdar, 2022   14:46
HESEKÊ

Bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Îmralî em ê komploya 9`ê Cotmehê û xeta xiyanetê têk bibin" bi sedan şêniyên Dirbêsiyê ya Hesekê bi xwepêşandanekê tecîrda li dijî rêber Ocalan û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir.

Xwepêşandan ji pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li naverasta bajêr dest pê kir.

Xwepêşandan li pêşiya navenda Kongerya Star vegherî mîtîngê û li wir hevseroka Partyia Yekitiya Demokratîk (PYD) a Dirbêsiyê Cîhan Mihemed axivî û bal kişand ser tecrîda li ser rêber û got ev tecrîd ne tenê li ser rêber Ocalan e, lê belê li ser tevahî mirovahiyê ye.

Cîhan Mihemed bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji sala 2021`an ve şermezar kir û got: "Dagirkeriya Tirk bi armanca têkbirina hebûna Kurd çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar tîne."

Cîhanê xîtabî rêxistinên civata navneteweyî kir û ev tişt got: "Çiqas dewlet komployan li dijî me pêk bînin, em lawaz nabin."

Hevserokê Meclisa navçeya Dirbêsiyê Nûman Erebo CPT`ê  rexne kir û wiha got: "CPT′ê li hember sûcên ku dewleta Tirk li dijî rêber Ocalan û girtiyên siyasî yên di girtîgehan de pêk tîne bi erkên xwe ranabe."

Erebo da zanîn ku rêber Abdullah Ocalan bi fikrê xwe, girtîgeha Îmralî kir  keleha berxwedanê.

Erebo wiha domand: "Dewleta Tirk hewl dide bi êrişên çekên kîmawyî li dijî çiyayên Kurdistanê, planên xwe yên mêtînger li dijî perçeyên Kurdistanê temam bike û gel tune bike ."

Erebo di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên navneteweyî kir ku dosya binpêkirin û sûcên dewleta Tirk, bi taybet bikaranîna çekên kîmawyî ji dadgehên navneteweyî re rake û dewketa Tirk muhasebe bike.

Erebo bang li gelên Kurdistanê kir ku serî hildin, derkevin qadan, asta berxwedanê bilind bikin û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin.

Xwepêşandan bi berzkirina siloganên " Bê serok jiyan nabe"  û "Ji faşista Tirk re, Na "bi dawî bû.

(dm)

ANHA