Ciwanan dirêjkirina qedexeya hevdîtinê bi rêber Ocalan re şermezar kir

Bi dehan ciwanên herêma Efrînê û Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan bi xwepêşandanekê dirêjkirina qedexeya hevdîtinê bi rêber Ocalan re şermezar kir û soza bilindkirina têkoşînê li hemû qadan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, da.

Ciwanan dirêjkirina qedexeya hevdîtinê bi rêber Ocalan re şermezar kir
Ciwanan dirêjkirina qedexeya hevdîtinê bi rêber Ocalan re şermezar kir
Ciwanan dirêjkirina qedexeya hevdîtinê bi rêber Ocalan re şermezar kir
Ciwanan dirêjkirina qedexeya hevdîtinê bi rêber Ocalan re şermezar kir
Ciwanan dirêjkirina qedexeya hevdîtinê bi rêber Ocalan re şermezar kir
Ciwanan dirêjkirina qedexeya hevdîtinê bi rêber Ocalan re şermezar kir
Ciwanan dirêjkirina qedexeya hevdîtinê bi rêber Ocalan re şermezar kir
Ciwanan dirêjkirina qedexeya hevdîtinê bi rêber Ocalan re şermezar kir
3 mijdar, 2022   15:05
ŞEHBA

Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bi xwepêşandanekê tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kirin.

Bi dehan ciwan, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî li kêleka Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê kom bûn û ber bi parka Ehdas a kantonê ve bi rê ketin.

Li wir, daxuyaniyek bi zimanê Kurdî ji aliyê endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê Avdar Elo û bi zimanê Erebî ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Lolyan Dawûd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Hîn jî komploya li dijî gelê Kurd di şexsa rêber Ocalan de didome. Qedexeya hevdîtina bi rêber Ocalan re heta 6 mehên din hat dirêjkirin, ev biryar jî hişmendiya faşîst a dewleta Tirk a dagirker nîşan dide.

Hêzên ku rêber Ocalan dîl girtine hemû pîvan û nirxên mirovî û exlaqî derbas kirin û hîn jî piştgiriyê didin siyasetên qirkirin û tunekirinê yên ku dewleta Tirk pêk tîne.

Em bang li hemû hêzên azadîxwaz û demokrasîxaz, rêxistinên mafên mirovan, Konseya Ewlehiyê ya Nateweyên Yekbûyî û civata navneteweyî dikin ku xwedî li erka xwe derkevin û zextê li hikûmeta AKP’ê bikin da ku rêber Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehên faşîzma Tirk de ne serbest bên berdan.

Em soz didin ku têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bidomînin.”

(mh)

ANHA