Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam e

Li piraniya zanîngehên Îranê û dibistanên wê xwendekaran dest bi grevê kirine û nerazîbûn nîşandan. Her wiha li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî çalakî berdewam dikin.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam e
3 mijdar, 2022   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di roja 48’an de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanan berdewam kir. Bi taybet li Sine, Merîwan û Seqizê girev hebû, dikan û bazar girtî bûn.

Her wiha li hinek taxên bajarên Sine, ciwanan bi pêxistina agir û çalakiyan li hemberî hêzên rejîma Îranê derketin. Li bajarê Kirmaşan, Merîwan, Seqiz, Bokan, Mehabat û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jin û ciwanan bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” çalakî pêk hatin. Di çalakiyan bi pêxistina agir rê hatin girtin û kîna xwe ya li hemberî desthilatê destnîşan kirin.

Xwendekarên Sine û Merîwanê jî bi awayê cuda nerazîbûn nîşan dan. Li bajarê Merîwanê hêzên rejîma Îranê ji bo çewisandinê ser Zanîngeha Peyamnur de girtin.

Li bajarên Îranê jî xwendekarên zanîngehên Sîstan Belûçistan, Esfehan, Şîraz, Hurmuzgan, Reşt û yên gelek bajarên din çalakî kirin û grev kirin, neçûn holên nexwendinê.

Li dibistanên Kerec, Efsehan, Tehran û Şîrazê jî xwendekaran çalakî kirin û bi dirûşmeyan nerazîbûn nîşan dan.

Herwiha şeva borî li hinek qadên Tehranê, Terwîz û Esfehanê çalakî hebûn û yek ji dirûşmeyên wan, “Jin, Jiyan, Azadî” bû.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha 277 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin ku 40 jê zarok in. Li gorî vê rêxistinê dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji vê zêdetir be.

Herwiha li gorî malpera Herana ku girîngiyê dide şopandina rewşa mafên mirovan a li Îranê, heta niha 277 xwepêşander hatine kuştin ku 48 jê zarok in.