​​​​​​​Rojnameyên erebî: Erdogan ji bo serwerkirina El Nusrayê çeteyên xwe tengav dike

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên radestkirina herêmên dagirkirî ji çeteyên Tehrîr El Şam re, rewşa Lubnanê û Iraqê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Erdogan ji bo serwerkirina El Nusrayê çeteyên xwe tengav dike
3 mijdar, 2022   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN

‘REJÎMA ERDOGAN ÇETEYÊN XWE TENGAV DIKE DA KU HERÊMÊN SERWERIYA XWE RADESTÎ 'EL NUSRAYÊ' BIKIN’

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El Weten a Sûriyê wiha nivîsî: “Rejîma serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan zextê li serçeteyên xwe yên li gundewarên bakur û bakurê rojhilatê Helebê dike da ku herêmên serweriya xwe radestî rêxistina 'Cebhet El Nusra' ya terorîst bikin.

Çavkaniyên ku siyaseta rejîma Erdogan li herêmên Sûriyê yên dagirkirî dişopînin, ji rojnameya El Weten re destnîşan kir ku Erdogan di rojên dawîn de hewldanên xwe yên tengavkirina serçeteyên xwe yên li herêmên operasyonên “Şaxê Zeytûnê” li Efrînê ya bakurê Helebê û “Mertalê Firatê” li bakurê rojhilatê Helebê, zêde kiriye. Çavkanî dibêjin armanc ferzkirina serweriya El Nusrayê li herêma Efrînê, piştre li herêmên Ezaz, Cerablus û Babê ye. Piştî ku nekarî hemû milîsên xwe di bin sîwana hêzeke leşkerî de kom bike.

Çavkaniyan da zanîn ku di hefteya dawîn de li Idlibê ya di bin serweriya El Nusrayê de gelek civînên ewlehiyê pêk hatine. Tê de serçeteyê terorîst ê bi nave Ebû Mihemed El Colanî bi serçeteyên “Feyleqa 3`yan” re rûniştiye, yên ku di şerê Efrînê de li hember El Nusrayê bi bin ketin.

Çavkaniyan her wiha bi bîr xist ku yekşema borî li Idlibê di encama civîna serçeteyên Feyleqa 3`yan de Ebû Omer Hecî Hirêtan, Ebû Tewfîq Til Rifet, Ebdulezîz Selame û serçeteyê El Nusrayê de, lihevkirineke kevn a di navbera her du aliyan de bi destpêkirina ketina El Nusra ya Efrînê re pêk hatiye, guhertiye. Li gorî wê, dê herêm di aliyê ewlehiyê de di bin serweriya El Nusrayê de bimîne heta ku piştre derbasî Ezazê jî dibin.

Li gorî çavkaniyan, lihevkirina berê ya hatiye guhertin, bi serkêşiya MÎT`ê pêk hatiye.

Çavkaniyan her wiha da zanîn ku efserên Tirk ên ji MÎT`ê, Wezareta Parastinê ya Tirkiyê duh li Dîlokê bi serçeteyên piraniya milîsên 'Artêşa Nîştimanî' re civiyane ku di 10 rojan de ev cara duyemîn e. Li gorî çavkaniyan, efserên Tirk serçete têkildarî biryara Enqereyê ya radestkirina herêmên serweriya wan bo El Nusrayê û binketina hewldanên avakirina “artêşekê” û hêzeke leşkerî ya navendî li bakurê Sûriyê, agahdar kirine.

Her wiha bal kişandin ser vî tiştî ku bakurê Sûriyê piştre dê bikeve bin serweriya ewlehiyê ya rêxistina El Nusrayê ku dê baskên wê yên sivîl çavdêriya saziyên “hikumeta demkî” ya opozîsyonê ya girêdayî rejîma Tirkiyê bikin.”

‘LUBNAN; PARLAMENTO ÎRO ERKDRAKIRIN Û MEŞANDINA KAR NÎQAŞ DIKE’

Rojnameya El Beyan jî li ser rewşa Lubnanê wiha nivîsand: “Piştî ku serdema serok Mîşêl Ewn bi dawî bû û serdema valahiyê dest pê kir, îro li avahiya parlamentoyê desteya giştî tê lidarxistin. Tê de dê nameya Ewn wek serokkomarê berê bê nîqaşkirin. Di heman demê de dê serokê bi avakirina hikumetê erkdarkirî Necîb Mîqatî ragihîne ku hikumeta meşandina kar dê li gorî destûrê erkên serokkomar pêk bîne.”

‘IRAQ; ÇIMA NAKOKÎ DÊ DI NAVBERA SÛDANÎ Û MALIKÎ DE DERENG NEMÎNE?’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Piştî civîna asayî ya hikumeta nû ya Iraqê, serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî biryarên nû dan. Li gorî van biryaran, gelek rayedar ji erkê dûr xistin û tedbîrên ku hikumeta Mistefa El Kazimî girtibûn, betal kirin. Herî dawî duh ferman da ku gelek rayedarên berê werin girtin.

Hefteya borî Sûdanî bi xwe bang li wezîran kiribû ku bi armancên hizbî tu guhertinan di rêveberiyê de çênekin û got, hikumeta wî ne ji bo çareserkirina hesabên berê hatiye. Lê raya giştî ya Iraqê li van biryaran dinêre wekî ku aliyên siyasî niha bi pîvanên mîna yên berê yên serokwezîrê berê Nûrî El Malikî bi ‘hikumeteke xurt’ re dan û standinê dike.

Li pêşiya Sûdanî firsendek zêrîn heye da ku desteka siyasî ya ku Çarçoveya Hemahengiyê jê re pêşkêş dike, bi kar bîne ji bo ku di nava kêmî 6 mehên bê de serkeftina xwe îsbat bike. Lê îhtîmal heye ku dê bi El Malikî re rû bi rû bimîne ku hewl dide xwe bigihîne nivîsgeha Sûdanî, ji ber ku wekî “xwediyê dewletê” tê wesifandin û plan dike ku xeta ku hikumetên berê xirab kiriye ku di encamê de ziyan gihand navê partiyên şîe, çareser bike.

Biryarên Sûdanî li gorî planên El Malikî û kesên din ên Çarçoveya Hemahengiyê, di serî de serokê Tevgera Esaêb Qeys El Xezelî ne ku plan ji bo tesfiyekirina hemû saziyên leşkerî, ewlehî û saziyên îstîxbaratê ji tevgera siyasî ya nêzî Mistefa El Kazimî danîne.

Li gorî siyasetmedarên iraqî ku berê di dan û standina bi Sûdanî re çalak bûn, rayedarên payebilind ên Çarçoveya Hemahengiyê li bendê ne ka nakokiya di navbera Sûdanî û El Malikî çawa bi dawî bibe."

ANHA