Mendelawî: Êrişên Tirkiyê wê bibe yek ji karên pêşîn ên hikumeta nû ya Iraqê

Cîgirê Yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî ragihand ku mijara binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve dê bibe yek ji karên pêşîn ên hikumeta nû ya Iraqê.

Mendelawî: Êrişên Tirkiyê wê bibe yek ji karên pêşîn ên hikumeta nû ya Iraqê
3 mijdar, 2022   07:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî têkildarî hevdîntina li gel Balyozê Tirkiyeyê yê Iraqê Elî Riza Guney kirî ji Rojnews’ê re axivî û got: “Hikumeta Iraqê bi fikare û wê li ser êrişên dubare yên li ser navçeya Şengalê lêkolîn destpê bike. Ev dosya wê bibe yek ji karên pêşîn yên hikumeta nû ya Iraqê û dê helwesteke mezin li dijî Enqerê hebe.”

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Cîgirê Yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê ragihandî, di civînê hatiye gotin, ger dewleta Tirk di destdirêjiya xwe û qutkirina avê de dewam bike, ew ê helwestek cûda nîşan bidin. Herwiha hate gotin ku behsa rêyên bilindkirina alîkariya hevbeş ya nava her du welatan de hatiye kirin.

Her wiha Mendelawî destnîşan kir ku berdewambûna van kiryaran wê bibe sedema xirabûna têkiliyên dîrokî yên di navbera Bexda û Enqereyê de ku wê zererê bide berjewendiyên hevbeş yên her du aliyan.

Muhsîn Mendelawî bang li Tirkiyê kir ku bi lez û bez pirsgirêka avê bi yekcarî çareser bike ku mafê hemû ava Iraqê di çemên Dîcle û Firatê de were dabînkirin.

Muhsîn Mendelawî ragihand ku ger êrişên weke yên berê ku gelek welatiyên Iraqê têde jiyana xwe ji dest dabûn dubare bibin, wê parlamentoya Iraqê helwestek cûda nîşan bide.