Komên çekdar ên Nubil û Zehrayê ambargo daniye ser 6 gundên Şêrawayê

Komên çekdar ên bajarokê Nubil û Zehrayê dorpêçeke giran li ser 6 gundên yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî ferz dikin.

Komên çekdar ên Nubil û Zehrayê ambargo daniye ser 6 gundên Şêrawayê
3 mijdar, 2022   05:48
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Piştî dagirkirina bajarê Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, gundên Burc Qas, Kilûtê, Gundê Mezin, Başemirê, Zirnaêtê û Meyasê yên navçeya Şêrawa ku li başûrê rojhilatê kantona Efrînê ya dagirkirî ne, hem ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, hem jî ji aliyê hêzên hikumeta Şamê û komên çekdarên bajarokê Nubil û Zehrayê ve dorpêçkirî ne.

Ev zêdetirî 4 salan e ku dagirkeriya Tirk û ev komên çekdar, dorpêçeke giran li ser zêdetirî 10 hezar şêniyên gundên navborî ferz dike. Her wiha nahêle ku madeyên xwarinê, pêdiviyên tenduristiyê û sotemeniyê derbasî wan gundan bibin.

Lê belê komên çekdar ên bajarokên Nubil û Zehra yên girêdayî hikumeta Şamê, di vê dema dawîn de dorpêça li ser 6 gundên Şêrawa yên dorpêçkirî girantir kiriye. Êdî gihaştiye wê astê ku têketin û derketina şêniyan a van gundan hatiye qedexekirin.

Welatiyê bi navê Yehya Silêman ê ji gundê Burc Qasê bi rêya telefonê wiha ji ajansa me re axivî: "Ev zêdetirî mehekê ye ku komên çekdar ên bajarokên Nubil û Zehra ku girêdayî hikumeta Şamê ne, derbaskirina madeyên xwarinê, derman û sotemeniyê ji bo gundên me qedexe dikin. Li aliyê rojava jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dorpêçê ferz dikin." 

Silêman destnîşan kir ku komên çekdar ên li bajarokên Nubil û Zehra, otomobîl û motorsîkletên şêniyên ku ji bo kirîna pêdiviyên xwe yên rojane ber bi gundên kantona Şehbayê ve diçûn, desteser kirin.

Yehya di axaftina xwe de amaje pê kir ku li gundên dorpêçkirî kêmbûna madeyên xwarinê, nan û sotemeniyê heye. Her wiha derman jî li navenda tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd a gundê Burc El Qas jî nemane.

Yehya her wiha da zanîn ku nexweş ji bo dermankirinê ji ber dorpêçê nikarin biçin nexweşxaneya Avrîn û Til Rifetê û wiha lê zêde kir: “Her wiha ji ber lêçûnên giran ên rêwîtiya di rêyên ku nayên bikaranîn ku digihêje 200 hezar lîreyên Sûriyê. Her wiha rêyên ku nayên bikaranîn di bin çavdêriya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne yên ku li gundê Kîmarê yê dagirkirî yê navçeya Şêrawayê bi cih dibin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şêniyên 6 gundên dorpêçkirî yên navçeya Şêrawa, di dema ku komên çete û Cebhet El Nusra di sala 2014'an de bajarokê Nubil û El Zehra dorpêç kiribûn,  wan alîkariya wan kiribû û madeyên xwarinê û derman li ser milên xwe yan jî li ser pişta sewalan ji bo wan dibirin.

(hs)

ANHA