​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Zinar Şahîn

Bi sedan şêniyên Girkê Legê û Çilaxa sersaxî da malbata şervanê HPG`ê Zinar Şahîn ku di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Zinar Şahîn
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Zinar Şahîn
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Zinar Şahîn
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Zinar Şahîn
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Zinar Şahîn
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Zinar Şahîn
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Zinar Şahîn
3 mijdar, 2022   10:22
 QAMIŞLO

Bi sedan şênî tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Zinar Şahîn bûn ku li gundê Sêgira Koçerat ê navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê hatiye lidarxistin.

Şehîd Zinar Şahîn (Reşîd Kicî) di 14`ê Tebaxê de di berxwedana li hember êrişên dagirkeriya Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Di merasîmê de hevseroka meclisa navçeya Girkê Legê Zulfa Bedro axivî û sersaxî da malbata şehîd û hemû gelê Kurdistanê. Zulfa berxwedan û têkoşîna şehîd ji bo tunekirina planên dagirkeriya Tirk pîroz kir.

Zulfa bang li hevkarên dagirkeriya Tirk kir ku li xwe vegerin û got: “Ev hevkariya we dibe sedema şehîdxistina zarokên me yên ku ji bo azadiyê li çiyayên Kurdistanê tê dikoşin.”

Her wiha di merasîmê de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Girkê Legê Egîd Îsmaîl axivî û got: “Em di pêvajoyeke gelek hesas û dîrokî re derbas dibin ku hêzên dagirker hewl didin felsefeya me ya demokratîk tune bikin. Ji ber wê divê em amade bin, nirxên xwe yên kurdistanî biparêzin û piştgiriyê bidin berxwedana HPG`ê ya li hember artêşa Tirk.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

(şx)

ANHA