​​​​​​​Serdana Lavrov bo Urdinê û dosyaya Sûriyê di rojeva rojnameyên erebî de ye

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa dosyaya Sûriyê, lûtkeya Cezaîrê û aloziya siyasî ya li Lubnanê kir.

​​​​​​​Serdana Lavrov bo Urdinê û dosyaya Sûriyê di rojeva rojnameyên erebî de ye
2 mijdar, 2022   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DI SERDANA LAVROV BO EMANÊ DE DOSYAYA SÛRIYÊ HEYE’

Rojnameya El Beyan li ser rojeva Sûriyê wiha nivîsî: "Serdana wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hefteya bê de ji bo paytexta Urdinê Emanê, ji aliyê dem û naverokê ve xwedî girîngiyeke mezin e. Bi taybetî ku ew hemwextî wê yekê yek ku Urdinê ji bo peydakirina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re, dest bi însiyatîfekê kiriye. Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El Sefedî ragihand ku mijara sereke ya van hevdîtinan, dosyaya Sûriyê ye.

Berî niha şahê Urdinê Ebdullah ê Duyemîn destnîşan kiribû ku mîrnişîna wan ji bo parastina yekbûna Sûriyê û misogeriya vegera bi dilxwazî û ewle ya penaberan, çareseriyê dixwaze. Wezîrê karên derve daxuyand ku Urdin ji bo bidawîkirina şerê Sûriyê, li piştevaniya navneteweyî û herêmî ji bo proseyeke siyasî ya bi pêşengiya Ereban digere.

Pisporê Çareseriya Pevçûnên Navneteweyî û mamosteyê Lêkolînên Navneteweyî li Zanîngeha Urdinê Dr. Hesen El Mominî got îhtîmal e di hevdîtinê de çend dosyayên germ hebin, ya herî girîng jî dosyaya Sûriyê ye. Ji ber ku yek ji dosyayên herî diyar û girîng ên Urdinê yê ya ku karîbû peywendiyên vekirî û hevseng bi Rûsyayê re çêke. Her wiha têkiliyên wan piştî krîza Sûriyê xurt bûn.

Rûsya aktora herî bi bandor e. Di navbera her du welatan de hemahengiyeke hevpar heye, bi taybetî di warê sînoran, mijara ewlekarî, qaçaxçiya madeyên hişbir de. Ev mijar ne sûrî-urdinî ye, lê belê li ser asta herêmî ye.

El Mominî tekez kir ku ev civîn bi awayekî erênî tevkariyekê dide însiyatîfa Urdinê ya ku ji bo peydakirina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re dest pê kiriye. Wî amaje bi wê yekê jî kir ku Urdin dixwaze ji Rûsya û hêzên din ên bibandor destekê wergire. Ev însiyatîfa ku li ser rêgeza gavek beramberî gavekê ye, Neteweyên Yekbûyî jî piştgirî dayê.”

‘LÛTKE VEGUHERÎ KÊŞEYÊ: FIŞARÊN JI BO ŞERMEZARKIRINA DOSTÊN CEZAÎRÊ; TIRKIYE Û ÎRANÊ’

Der barê lûtkeya dewletên Ereban a li Cezaîrê de rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Ne tenê pirsgirêka nebûna serokên gelek dewletan di lûtkeyê de, dirûşma wê 'Lem Şemil (komkirin)' pûç kir, lê belê bang hat kirin ku destwerdana Tirkiye û Îranê di herêmê de, her wiha siyaseta Etiyopyayê têkildarî tijîkirina bendava Nehdayê werin şermezarkirin. Di encamê de lûtke veguherî dika şermezarkirina dostên Cezaîrê li şûna ku xizmeta ajandeyên wê yên têkildarî dosyaya Filistîn û Sûriyê bike.

Li kêlek wê jî, biryara dûrxistina sekreterê giştî yê Yekitiya Mexribê Erebî El Tayb El Bekûş ê dema erka wî qedyayî ji lûtkeyê, acizbûna Cezaîrê ji yekitiyê nîşan da bi taybet piştî ku nekarî civînê bi ser bixe.

Çavkaniyên ji Cezaîrê yên li ser lûtkeyê agahdar, gotin ku serokê Misirê Ebdulfetah El Sîsî yê tev li lûtkeyê bûye, bi xwe re gelek şert birin. Ji wan ku divê di encamnameya lûtkeyê de, destwerdana Tirkiyê di herêmê de bi taybet di Lîbyayê de were şermezarkirin, bi awayekî eşkere lihevkirinên Enqereyê bi hikumeta El Wehdê re îmze kirine, red bike bi taybet yên têkildarî petrol û gazê û lihevkirinên girêdayî aliyên ewlehî û leşkerî.

Ev şertên Misirê, wê Cezaîrê bixe kêşeyekê nexasim ku ew dostê Tirkiyê ye û dixwaze têkiliyan pê re pêş bixe heta bigihêje pêvajoya hevalbendiya stratejîk. Li rex wê jî, li cem Cezaîrê ne pirsgirêk e ku deriya bakurê Afrîkayê li pêşiya Enqereyê veke heta ku di encamê de xizmeta îslamiyan bike. Her wiha di piştgiriya hikumeta Ebdulhemîd El Debîbe de bi Tirkiyê re li hev dike. Lê Misir li hember hegemoya Tirkiyê ya ku li rojavayê wê zêdetir dibe, ne razî ye.

Çavdêram diyar kir ku Cezaîr di civînê de ket nav kêşeyeke mezin. Ji ber naxwaze serokê Misirê aciz bike ku wisa xuya bû ku biryara tevlêbûna wî di kêliya dawî de, bi armanca reklamê bû ji bo civîna avhewayê û misogerkirina tevlêbûna dewletên Ereban tê de.” 

‘LUBNAN DI ROJÊN VALAHIYA SEROKATIYÊ YÊN DESTPÊKÊ DE’

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: “Şeva din li Lubnanê bi fermî valahiya serokatiyê dest pê kir, tevî tedbîrên klasîk ên pê re tên girtin. Tu kes nikare texmîn bike dê ev pêvajo çi qas dirêj bike. Di heman demê de nîşaneyên derfetên hilbijartina serokkomarekî nû xuya nakin.

Duh sibehê, ala Lubnanê ji ser Koşka Serokatiyê hat daxistin, avpijînka li ketina koşkê jî hat vemirandin ku di dema nebûna serokkomar li koşkê de bi awayekî klasîk kar nake. Li gorî protokolên ku dema bdawîbûna wîlayeta serokkomar de dikevin meriyetê, muzakereyek derket ku wêneyên fermi yê serokkomar Ewn ji nivîsgeh û holan û ji ser malperên media civakî jî bê rakirin. Serokatiya komarê her wiha wêneyê serokkomarê berê Mîşêl Ewn ji ser profila Twitterê jî rakir û li şûna wê dirûşma serokatiyê hat danîn.

Her wiha tavilê wêneyê serok Ewn ji nivîsgehên fermî yên hemû saziyên dewletê hatin rakirin, ji serokatiya Meclisa Wezîran de bigire û nivîsgehên din ên fermî. Hêzên Parastina Komarê (Heres Cûmhûrî) ku ji hezar û 500 leşkerên pispor pêk tê, ji bo ewlekirina Koşka Serokatiyê endamên xwe li derdora koşkê hiştin. Lê belê fermandaiya wê girêdayî fermandariya artêşê hatin kirin, ku dibe ji bo hin erkan bi kar bînin.”