​​​​​​​Silêman Ereb: Şaredarî xwe ji nû ve bi rêxistin dikin

Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya herêma Cizîrê Silêman Ereb da zanîn ku dê di qonaxa bê de pergaleke nû ji bo şaredariyan deynin.

​​​​​​​Silêman Ereb: Şaredarî xwe ji nû ve bi rêxistin dikin
2 mijdar, 2022   05:35
HESEKÊ-EHMED SEMÎR

Di 30′yê Cotmeha borî de bi beşdariya 132 şaredariyan, Konferansa Şaredariyên Gel li Hesekê hate lidarxistin.

Li ser biryarên konferansê, hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb wiha got: "Pêdivî bi ji nû ve birêxistinkirina şaredariyan li gorî paradîgmaya rêber Abdullah Ocalan heye ku li gel wê nêrînên cuda li ser şaredariyan hene, da ku nûnertiya demokratîk a rasteqîn bikin û şaredarî di çarçoveya demokrasiyê de veguherin xwerêberiyê û bikevin xizmeta gel."

Li gorî pergala nû ya pêşniyarkirî û tê payîn pêşkêşî Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, Ereb wiha axivî: "Şaredarî, meclis û hevserokatiya xwe ji hêla gel ve hildibijêrin da ku nûnertiya wî ya rasteqîn bin. Ev jî li pêş şaredariyan derî vedike ku ji aliyê darayî û rêveberî ve xweser bin û biryarên xwe bi xwe bidin. Dê nûnerên şaredariyan di nava meclisa herêm û kantonan de bin."

Silêman Ereb wiha gotina xwe bi dawî kir: "Şaredarî ji nû ve xwe bi rêxistin dike, yekitiya şaredariyan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava dike. Da ku rêxistina hemû şaredariyan di bin banê yekitiyê de be. Ev gav xweseriya şaredariyan, xizmetguzarî û demokrasiyê bi pêş dixe."

(fr)

ANHA