Xwendekarên Zanîngeha Sine tev li refên gerîla bûn

Komek xwendevanên Zanîngeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, li hember êrişên dagirkerî û qirkirinê yên rêjîma Îran û dewleta Tirk a dagirker tev li nava refên gerîla bûn.

Xwendekarên Zanîngeha Sine tev li refên gerîla bûn
2 mijdar, 2022   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Nûçe Ciwan komek jinên ciwan û ciwanên xwendevan ên rojhilatî ku li Zanîngeha Sine dixwînin, ji bo li dijî her cure zilmê li ber xwe bidin û şoreşê biparêzin berê xwe dan çiyayên azad ên Kurdistanê. Xwendevanên tev li nava refên gerîla bûn daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya wiha ye;

“Em komek ciwan û jinên rojhilatî ku li Zanîngeha Sine dixwînin, bi pêşketina şoreşa azadiya jinan a ku li Rojhilat û Îranê destpêkirî, ji bo li dijî her cure zulmê li ber xwe bidin, tev li nava refên gerîla bûne. Berxwedan û têkoşîna rewa ya gelê Kurd û gelên Îranê li hember zulma 44 salan a rejîma xwînmij û baviksalarî ya Îranê gihiştiye qonaxa dawî.

Bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî re agirê nefreta hemû gelan ji nû ve hate pêxistin. Bê guman ev gaveke zêrîn e ji bo yekgirtina daxwazên me yên rewa û xwe birêxistinkirin ji bo gihandina asoyeke geştir. Di vê rewşê de beşên civakê yên herî bindest jin û ciwan bi tifaqeke dîrokî stûnên desthilatdariyê dişkînin û bingeha jiyana azad datînin.

Rewşa heyî di dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de xwe dide der. Mizgîniya yekîtî û serketina hêzên rizgariya gelan li hemberî hêzên kevneperest ên herêmê ye, ku ferhengoka wan jinan weke kole, jiyana şaş û ji azadiyê bêpar dibîne ye. Ji ber vê yekê dewletên dagirker û qirker ên Îran û Tirkiyeyê li ser navê hemû kevneperestan dest bi êrişên dawî kirin û bi awayekî hovane êrişî gel û gerîla kirin.

Em weke jinên ciwan û ciwan bang li jin û ciwanên Kurd, Fars, Azerî, Belûç, Ereb û Gîlak dikin ku tola dîrokî ji dagirkeran hilînin û şoreşa azadiya jinê bi ser bixînin. Werin em kîna xwe ya netewî û çînayetî bi rêxistin bikin û zêdetir bibin. Werin em qadên şer bi vî rengî berfireh bikin. Ji bo parastin û domandina şoreşê li kolanan, divê em qada şer li çiyayan berfireh bikin û hêza gerîla weke hêza rêxistinkirina jin û ciwanan bi hêztir bikin.”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IPak1653-Fg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>