Dîmenê çalakiya li Mamreşo hat weşandin

Dîmenê çalakiyeke sabotajê ku li qada Mamreşo li hemberî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo hate kirin, ji aliyê Gerîla TV ve hat weşandin.

Dîmenê çalakiya li Mamreşo hat weşandin
2 mijdar, 2022   07:25
 NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"1'ê Tebaxê li qada Mamreşo, wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo ku di navbera Neqeba Tenî û Girê Şehîd Arnos de ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate kontrolkirin û saet di 11:30'î de bi sabotajê lê hate xistin. Di encama vê çalakiyê de wesayit hate îmhakirin, 3 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê dagirkeran saet di 13:20'î de bi du helîkopteran windahiyên xwe ji qadê birin."