Rêveberiya Herêma Firatê: Piştgiriya berxwedana Kobanê bidomînin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê spasiya gelên cîhanê yên ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk a dagirker piştgirî dan berxwedana Kobanê kir û banga domandina piştgiriya berxwedanê kir.

Rêveberiya Herêma Firatê: Piştgiriya berxwedana Kobanê bidomînin
1 mijdar, 2022   09:22
KOBANÊ

Îro 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye ku di encama berxwedana li dijî êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên 2014-2015'an ên li ser Kobanê de hate diyarkirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê bi boneya vê rojê li Qada Azadî ya Kobanê daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Desteya Jinan a Herêma Firatê Narîn Zade ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di 1’ê Mijdara 2014’an de hemû gelên cîhanê bi hev re bûn yek û piştgirî da berxwedana Kobanê. Bi milyonan gelê cîhanê xwepêşandan li dar xistin, daketin qadan û alên YPG û YPJ'ê rakirin. Di bin dirûşma şermezarkirina êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, bang li civata navneteweyî kirin ku destekê bidin berxwedana gelê Kurd û tedbîrên lezgîn bigirin.

Di wê roja dîrokî de, xwepêşandêr ji hemû welat, netew, ol û baweriyan daketin qadan, daxuyanî belav kirin û tê de behsa wê yekê kirin ku roja 1'ê Mijdarê bibe Roja Cîhanî ya Piştgiriya bi Kobanê re. Li gorî vê yekê bi milyonan kes li piraniya welatên cîhanê ji bo destekê bidin berxwedana Kobanê, xwepêşandanên girseyî lidarxistin. Bi dirûşma “Ji bo Kobanê û mirovahiyê li dijî DAIŞ’ê seferberiya cîhanî” hat îlankirin.

Roja Kobanê ya Cîhanê di gihandina şoreşa Rojava ya cîhanê de û veguherandina wê ji bo tevahiya mirovahiyê, roleke girîng lîst. Bi vî rengî şoreşa Rojava xurtir kir û di serkeftinên ku heta niha hatine bidestxistin de, cih girt. Her wiha ji bo gihandina têkoşîna gelê Kurd ji hemû hêzên şoreşger û demokratîk ên cîhanê re, mîsyonek dîrokî bi cih anî.

Serkeftina ku li Kobanê hat bidestxistin, ji aliyekî ve ji ber vîn û hêza şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê, ji aliyekî din ve jî ji ber piştgirî û piştevaniya gelên hemû cîhanê bû. Derketina bi milyonan xwepêşandêrên ji çar aliyên cîhanê yên ji bo piştgiriya Kobanê, di balkişandina ser şoreşa Rojava weke şoreşa azadî û demokrasiyê û rola wê ya stratejîk a ji bo tunekirina dijminê hemû mirovahiyê DAIŞ’ê, roleke girîng lîstin.

Gelê Kurd roja 1’ê Mijdarê ji bîr nake û di sedsala 21’an de di tekoşîna navneteweyî de dê roleke girîng bilîze. Vê berxwedanê planên DAÎŞ’ê û alîgirên wê pûç kir, Kobanê bi ser ket û hat rizgarkirin. Îro jî Kobanê bûye xwedî mînaka berxwedanê li cîhanê. Ji ber vê yekê nabe ku roja yekem ya meha Mijdarê weke roja piştevaniya Kobanê û tenê ji bo gelê Kurd were naskirin, ji ber ku piştevaniya hemû gelên bindest û gelên Rojhilata Navîn e. Her wiha piştgiriya berxwedana Kobanê tê wateya piştevanî û piştgiriya têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn. Bêyî vê piştevaniya gelên cîhanê, berxwedana Kobanê bi vî awayî bi ser nediket.

Bi rihê berxwedana Kobanê, rizgarkirina Girê Spî û Minbicê de û ragihandina avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku bi tevlêbûna keç û xortên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi vê hevgirtinê DAIŞ'ê têk birin û roleke herî girîng lîst him ji aliyê leşkerî û him jî erdnîgarî, ev yek hîşt ku hêzên terorîst ên tarî û tundraw bi serkêşiya AKP’ê ji têkçûana DAIŞ’ê bitirse û ev têkçûna bibe serkeftina projeya demokratîk û rizgariya gelên herêmê.

Piştî ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dora QSD’ê kom bûn û projeya xwe ya xweseriya demokratîk pejirand, ev yek bû sedema tirsê di nava faşîzma Tirk de û vê carê jî bi lez û bez dest bi êrişeke nû li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Bi armancgirtin û dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, hewl da ku tola têkçûna DAIŞ’ê hildin û rê li ber serkeftina her projeyek demokratîk li herêmê bigirin.

Berxwedana Kobanê dostaniya cîhanê ya bi Kurdan re xurtir kir û piştî vê berxwedan û serketinê ji bo ku bibin hevparê vê serkeftinê, gel berê xwe dan Kobanê û rastiya vê berxwedanê nas kirin. Vê serkeftinê rastiya pirsgirêk û bexwedana jinan, tevgera azadiya Kurdan bi cîhanê da naskirin.

Kobanê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîhanê roleke girîng lîst û ev berxwedanî û rihê wê hê jî didome. Bi vî rihî berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî dewleta Tirk didome. Dagirkeriya ku bi çeteyên DAIŞ û Cebhet El Nusra re, ji bo tolhildana têkçûna DAIŞ’ê li ser destê QSD’ê pêk hat û berxwedana Serêkaniyê jî mînakeke din a rihê berxwedaniya Kobanê û li dijî neheqî û dagirkeriyê bû.

Ji ber vê yekê çawa ku Kobanê bi ser ket û bi berxwedana xwe hemû cîhan pê re bû yek, wê berxwedana rûmetê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi rihê Kobanê û bi hevgirtina cîhanî ya bi wê re, bi ser bikeve.

 Em wek Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û bi navê hemû pêkhateyên wê, ji hemû gelên cîhanê yên ku destek dan şoreş û têkoşîna me û li kêleka doza me ya mafdar rawestiyan, em peyama spasî û hezkirinê ji wan re dişînin û em bang li wan dikin ku di meşa me ya ber bi azadî û demokrasiyê ve, ew destek û piştgiriyê berdewam bikin.”

(hs)