Peyama QSD’ê ya 1’ê Mijdarê: Îradeya berxwedanê ji hemû çekan mezintir e

QSDʹê 1ʹê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê pîroz kir û diyar kir ku "Îradeya jiyan û berxwedanê ya li gel şervanên me ji hemû cure çek, komplo û desteka herêmî ya ji bo DAIŞʹê mezintir bû.”

Peyama QSD’ê ya 1’ê Mijdarê: Îradeya berxwedanê ji hemû çekan mezintir e
1 mijdar, 2022   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi boneya 1ʹê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê daxuyaniyek da. QSDʹê got: “Careke din em soz didin ku em ê herêmên xwe, di serî de Kobanê ji hemû gefan, çi DAIŞ be an jî alîgirên wê biparêzin."

Daxuyanî wiha ye:

“Îro 1ʹê Mijdarê Roja Piştgiriya Berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞʹê ye. Roja 15ʹê Îlona 2014ʹan çeteyên DAIŞʹê bi desteka eşkere ya herêmî êrişeke terorî ya dijwar anî ser herêmê. Şervanên me yên YPG û YPJʹê bi beşdarbûna bi sedan dilxwaz kurdistanî û enternasyonalîst mînakên zindî yên fedakariyê nîşan dan ku ji dê ji şervan û gelê me û hemû gelên hezkiriyên azadî û jiyan re wekî îlham bimîne.

Bi vê boneyê em hemû şehîdên xwe yên leheng bi bîr tînin û gelên cîhanê ji Kurdistanê heta Efganistan, Arjantîn û hemû welatên cîhanê yên ku serî rakirin, daketin qadan û piştgirî da berxwedana şervanên me silav dikin. Her wiha em kesayet, komele, rêxistin û sendîqe yên ku hemû hêza û enerjiya xwe xistin xizmeta vê yekê da ku bala civata navneteweyî bikişînin ser berxwedana lehengane û wê neçar bike ku destekê bidê, silav dikin. Di vê rojê de qêrîna bi milyonan xwepêşenderên li cîhanê wijdanê neteweyên azadîxwaz û yekitiya wan a li hember zilma DAIŞ û alîgirên wê îfade kir.

Bêguman sekna bêhempa û berdêlên giranbuha berê û niha jî ji bo şervanên me rêgeza li hemberî şer û bermahiyên wê ye. Berxwedana efsanewî ya li Kobanê hate raberkirin serkeftina îrade û mucîzeyan li hemberî hêza terorîst a bi çekên giran a DAIŞʹê îsbat kir. DAIŞʹê serkeftina xwe li ser artêşên herêmî yên ku li gel wan hemû sedemên madî yên berxwedanê hene, ferz kir. Lê şervanên me bi sînga xwe ber bi tankên dijmin ve diherikîn û xwe diteqandin da ku wan rawestîne, ji ber ku çek û cebilxaneyên pêwîst ji bo rawestandin êrişa berfireh a DAIŞʹê têrê nedikir.

Lê îradeya jiyan û berxwedanê ya li gel şervanên me ji hemû çek, komplo û desteka herêmî ya ji bo DAIŞʹê mezintir bû. Ji ber vê yekê çalakiyên fedaî ya ji çalakiya berxwedana Serzorî dest pê kir, çalakiyên fedaî yên şehîd Rêvana û Arîn Mîrkan, heta çalakiyên fedaî yên hevanên me Avesta Xabûr li Efrînê û hevala me Berxwedan Amed li Girê Spî, her wiha bi dehan mîna van çalakiyan ên hevalên me dubare bûn. Wêrekiya şervanên me ya tevahî derfetên kêm li hemberî DAIŞʹê li eniyên pêş û paşê ên Kobanê û misogerkirina serkeftinê tevî fedakariyên mezin ên hatin dayîn, nameya gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo tevahî gel û dewletên cîhanê bû ku eger îradeya welatparêzî, exlaq û mirovahî hebe, çi qas DAIŞʹê di aliyê hejmar û teknîkê de xurt bike, dikare serkeftin li hemberê wê were misogerkirin û cîhan ji belaya wê were xilaskirin.

Berxwedana Kobanê bi ketina nava kûrahiya xwe ya navneteweyî ya ku li gorî fedakariya rêhevalên me ye, qonaxeke nû ya têkilî û yekitiyê di navbera hemû gelên xwedî ziman û baweriyên cuda de ava kir. Her wiha bêhêviya gelek aliyên ku di têkbirina DAIŞʹê de bi bin ketin, rakir û nirxên mirovî, azadî û dilovahî parast. Ji ber vê yekê tevgera navneteweyî, ya gel û fermî dengê berxwedanê û wefadariya bi xwîna pak a ku li ser zinar û deştên Kobanê hatin rijandin, veda û bû destpêka bidawîbûna rêxistina DAIŞ a terorîst.

Parastina Kobanê parastina mirovî û şoreşa jinan bû ya ku ji herêmên me Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir û ji jinên tevahî cîhanê re bû îlham û rewşa gelekan guhert. Berxwedana Kobanê li herêmê û cîhanê bû nirxekî mayînde.

Piştî derbasbûna 8 salan di ser ragihandina Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê, hîna gef li herêmê tên xwarin. Di serî de dewleta Tirk a dagirker gefên êrişeke nû ya dagirkirinê dixwe.  Tolhildana binkeftina DAIŞʹê cewherê gef û êrişên Tirkiyê ye. Ji vir, em careke din bang li gelên cîhanê û dewletên wê dikin ku mîna beriya 8 salan bi şehîdên me re wefadar bin. Em bang dikin ku careke din wefedar bin û zextê li civata navneteweyî bikin da ku êrişên Tirkiyê rawestînin, nehêlin zihniyeta çeteyên Tirkiyê derfetê bidin DAIŞ ku ji nûve xwe zindî bike û êrişî herêmê bike û careke din li ser ewlehî û aştiya cîhanê xetereyê çêke.

Li ser vî esasî careke din em hemû kedên bêhempa yên gelên cîhanê yên li beramberî berxwedana me ya li hemberî teror û dagirkeriyê silav dikin û teqez dikin ku ew ked qet nayê jibîrkirin. Kedên ku hatine dayîn ji bo hêz û gelê me cihê serferaziyê ye. Careke din em soz dikin ku em ê herêmên xwe, di serî de Kobanê ji her gefan, çi DAIŞ be an jî alîgirên wê biparêzin.”