​​​​​​​'Bêdengiya hêzên navneteweyî cureyekî parastina DAIŞ`ê ye'

Rojnamevan û lêkolîner Lamar Arkendî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker herêmên dagirkirî veguherandine navendên perwerdekirina çeteyan û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember têkiliya DAIŞ’ê û dewleta dagirker wek cureyekî parastina DAIŞ'ê bi nav kir.

​​​​​​​'Bêdengiya hêzên navneteweyî cureyekî parastina DAIŞ`ê ye'
1 mijdar, 2022   03:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker xaka Sûriyê dagir kir, gelek belge û raporên ku piştgiriya wê ya ji çeteyên DAIŞ û çeteyên din re îsbat dikin, derketin holê. Her wiha perwerdekirina çeteyan û bikaranîna wan di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên din de, eşkere bûn.

Têkildarî mijarê rojnamevan û lêkolînera pispor a komên "terorîst" Lamar Arkendî wiha ji ajansa me re axivî: "Dewleta Tirk ji dema ku lingê wê ket nav axa Sûriyê û heya îro, herêmên ku dagir kirine veguherandine navend û baregehên perwerdekirin û zêdekirina tundrewan, çi çeteyên DAIŞ`ê yan jî El Nusra yan jî Huras El Dîn û komên din ên cîhadîst ku di lîsteya terorê de ne."

Lamar Arkendî wiha axivî: "Beriya ku dewleta Tirk bajarê Efrînê dagir bike, li wê derê girtîgehên ji bo DAIŞ'ê hebûn. Di girtîgehekê de bi qasî 3 hezar çete tevî serçeteyên DAIŞ'ê hebûn. Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî dagirkirina herêmê, deriyên wan girtîgehan vekirin û ew derxistin."

Lamar diyar kir ku çeteyên DAIŞ’yê yên ku dewleta Tirk a dagirker ji girtîgehan dan revandin, hatin perwerdekirin û ji bo dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî hatin amadekirin. Lamar got: "Ev tundraw ji herêmên cuda yên Sûriyê ne. Îro em dibînin ku ew li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bi cih bûne. Ew hîn xwediyên heman fikirî ne û hîn jî li gorî şerîeta DAIŞ`ê û sûcên wê yên li wan herêman tev digerin."  

Lamar wiha pê de çû: “Li wan herêman, li ser kontrolkirina dergehên sînorî, torên qaçaxçîtiyê û desteserkirina malên şêniyan, pevçûn di navbera komên çete de rû didin. Ev jî nîşan dide ku ev herêm bûne navenda terorê."

Lamar bal kişand ser wê yekê ku dema çeteyên DAIŞ'ê Tebqa, Şedadê, Reqa û Girê Spî dagir kirin, wan serçete û mîrên ji gelê herêmê destnîşan kirin û wiha lê zêde kir: "Mînak, mîrê Girê Spî navê wî Feysel Bilo bû. Ew beşdarî şewitandina pîlotê urdinî Muaz El Kesasibe bû. Beriya rizgarkirina herêmê ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve, ajansa 'Emaq' a DAIŞ'ê ragihand ku ew di êrişeke asmanî ya Koalîsyona Navneteweyî de hatiye kuştin. Çend roj beriya dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, DAIŞ'ê avakirina ketîbeyek bi navê "El Qadisiye" ragihand û gef li YPG’ê xwar. Piştre eşkere bû ku Feysel Bilo hîn jî sax e û ew niha li ser vê ketîbeya ku niha li bajarê Silok e, serçetetiyê dike."

Lamar diyar kir ku niha li wan herêman şerîeta DAIŞ`ê pêk tê û got: “Ji lew re pir xwezayî ye ku ew herêm bibin navendên terorê.”

Lamar bal kişand ser zêdebûna êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: "Sedema êrişên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bidestxistina serwet û dewlemendiya herêmê ye."

Lamar Arkendî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û têkiliya wê ya bi çeteyên DAIŞ'ê re nirxand û wiha got: "Bêdengiya navneteweyî ji ber wê yekê ye ku DAIŞ projeyeke aborî ye. Ev proje ji aliyê çend dewletên ku pereyên xeyalî ji ber wergirtine, hatiye plankirin û bicihanîn. Bêdengiya navneteweyî cureyek ê parastina vê rêxisitnê ji têkçûnê ye. Her wiha hin dewletên rojavayî ji çareserkirina dosyaya DAIŞ'ê û wergirtina welatiyên xwe direvin. Hin sedemên wê jî bi aliyê darayî ve girêdayî ne, ji ber ku vegerandin, dadgehkirin û jinûve amadekirina wan lêçûnên pir zêde dixwaze."

(hs)

ANHA