Piştevaniyek wekî ya Kobanê li hemberî destekvanên DAIŞ’ê jî pêwîst dike

Kobanê bi berxwedana şervanên azadiyê û piştevaniya gelên cîhanê , ji çeteyên DAIŞ’ê û piştevanên wê hat rizgarkirin. Piştevanî veguherî hêz û rexistibûnê. Di salvegera 8’an a Roja Kobanê ya Cîhanê de, DAIŞ li ser erdê xilas bûye, lê metirsiya hêzên ku destekê dide wan didome. Lewma piştevaniyek dijî van hêzan jî jêvenegere.

Piştevaniyek wekî ya Kobanê li hemberî destekvanên DAIŞ’ê jî pêwîst dike
31 cotmeh, 2022   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN-ZANA SEYDÎ

Îro 8’emîn salvegera a 1’ê Mijdarê Rojava Kobanê ya Cîhanê ye. 8 sal berê çeteyên DAIŞ’ê ku bi hovîtiya xwe bibûn belaya serê cîhanê, dijî Kobanê êrîş dabûn destpêkirin. Dewletên herêmê û bi taybetî dewleta Tirk a dagirker ku pey xeyala vejandina Osmaniyan bû, destekek mezin didan çeteyan. Lewma tu hêzan nedikarî li hemberî wan bisekinin, tirsek ketibû nava hemûyan.

Dewleta Tirk a dagiker, sîstema rêveberiya xweseriya demokratîk ku di destpêka 2014’an de li kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê hatibû îlankirin, ji bo xwe wekî tehdîda herî mezin didît û hîn jî dibîne. Lewre desteka herî mezin dida DAIŞ’ê û berê wan da Kobanê.

Çeteyên DAIŞ′ê 15′ê Îlona 2014′an ji 3 aliyan ve êrîşên mezin dan destpêkirin. Di demeke wiha de şervanên Kurd û Ereb dijî van hovîtiyan berxwedanek ku hêzên herêmî û navnetewî li bendê nebûn nîşan da. Bi taybetî berxwedana şervanên jin û pêşengiya wan li tevahiya cîhanê deng veda.

BI BANGA RÊBER OCALAN RE KURDISTAN Û CÎHAN RABÛ SER PIYAN

Dema çeteyên DAIŞ’ê gihîştin nava Kobanê, berxwedana şervanan dijwartir bû. Di vê navberê de Rêber Abdullah Ocalan ji bo Kobanê banga seferberiyê kir. Li gel vê bangê li çar parçeyên Kurdistanê bi milyonan kes daketin qadan û serhildan pêş ketin. Li Bakûr bi dehazaran kesan bere xwe dan ser sînor û heta dema rizgarkirinê çalakiyên xwe domandin. Rejîma Tirk xwe li xwepêşandanên tevahiya Bakûrê Kurdistanê jî ranegirt û êrîş pêk anîn. Di êrîşan de 53 welatî hatin qetilkirin.

ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ

Tevî êrîşan jî berxwedan berfireh bû. Bi hezaran kesên ji çar perçeyên Kurdistanê berê xwe dan refên berxwedanê. Berxwedan û banga seferberiyê li cîhanê jî deng veda. Rêxistinên civakî, derdorên demokrat û şoreşger, her wiha akademîsyen ketin nava liv û tevgerê. Dema berxwedan berdewam dikir van derdoran 1′ê Mijdara 2014′an weke roja Kobanê ya Cîhanê îlan kir. Wê rojê li 93 welatên li parzemînên Asya, Ewropa û Amerîkaya Latîn bi milyonan kesan piştgiriya ji bo Kobanê nîşan da. Xwepêşandêran bi alên YPJ YPG’ê bang li hikûmetan kirin ku piştgiriya berxwedanê bikin. Dema çete ketin nava Kobanê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan digot, “Vaye Kobanê dikeve wê bikeve”. Lewm hêrseke mezin dijî dewleta Tirk a dagirker jî hemû. Ji bilî Bakûrê Kurdistanê, li pêşiya baylozxaneyên Tirkiyeyê yên li gelek welatan desteka wê ya ji bo DAIŞ’ê hat şermezarkirin.

SEFERBERÎ VEGUHERÎ RÊXISTINA ENTERNASYONALÎST

Li gel xwepêşandanan ji çar aliyên cîhanê şoreşgeran jî berê xwe dan Kobanê û tevlî berxwedanê bû. Di eniyên şer de gelek ji van şoreşgeran şehîd bûn. Viya jî pêwendiya şoreşgerî ya navnetewî xurt kir. Nexasim piştî rizgarkirina Kobanê jî ev piştevanî û hevbendî dom kir, veguherî rêxistinbûnê. Piştevaniya navnetewî êdî di bin navê rêxistinbûna enternasyonalîst de bû hêz. Îro li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê di serî de qada leşkerî di gelek xebatan re rêxistinbûna enternasyonalîst hatiye avakirin û bi dehan roşergerên ji welatên cûda kar dimeşînin.

HEBÛNA LEŞKERÎ YA DAIŞ’Ê XILAS BÛ LÊ…

Piştî ku Kobanê 26’ê Çileya 2015’an ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dest bi rizgarkirina herêmên din kir. 20’ê cotmeha 2017’an paytexa çeteyan, ango Reqa hat rizgarkirin. di Adara 2019′an de jî baregeha dawî ya DAIŞ′ê li Baxozê yê Dêrazorê hat tekbirin û hebûna wê ya leşkerî bidawî bû. Lê dewleta Tirk a dagirker ev yek hezim nekir, lewma dijî herêmên rêveberiya xweser êdî ew bixwe ket nava êrîşan. Di encama van êrîşan de sala 2018′an de Efrîn, 2019’an jî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Li van navendan bi sedhezaran kes hatin koçberkirin, bi sedan hatin revandin û qetilkirin. Niha jî planên guhertina demografiya herêmê tên meşandin û bi deh hezaran malbatên DAIŞ’ê û yên biyanî hatine bicîhkirin.

PÊDIVÎ BI PIŞTEVANIYEK DIN A CÎHANÎ HEYE

Dewleta Tirk a dagirker, ji bilî Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê, plan dike ku herêmên din ên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî dagir bike. Ji bo vê yekê dixwa ji nakokiyên hemû hêzan feyde bigire, bi deh hezaran çeteyan bikar bîne. Herî dawiyê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ku ji çeteyên El-Nusra û DAIŞ’ê pêk tên, anîn Efrînê û hêrêmên din ên dagirkirî. Dixwaze van çeteyan li tevahiya herêmên dagirkirî bicîh bike, bi vê yekê hemû çeteyan di eniyekê de kom bike û bi ser herêmên xweser de bajo. Her wiha bi Rusya, Amerîka û Rejîma Suriyeyê re bazaran dike.

Di salvegera 8’emîn a Rojava Kobanê ya Cîhanê de metirsiya li ser Kobanê û herêmên din ên xweser ji aliyê dewleta Tirk ve tê domandin. Di 3 salên dawî  balafirên bêmirov ên dewleta Tirk 16 caran êrîşî Kobanê kirin û di encamê de gelek welatî şehîd bûn. Dîsa û gundên li ser sînor bi moşek, hawan û balafiran tên hedefgirtin.

Hêzên parastina rêveberiyên xweser, sazî û dezgehên wê bi hemû derfetên xwe parastinê dikin, lê bêdengiya navneteweyî li hemberî êrîşan balê dikişîne. Lewma pêdiviya Şoreşa Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê kû bûye hêviya hemû gelan, careke din bi piştevaniyek xurt a navnetewî heye.  

(fr)

ANHA