Roja 1'ê Mijdarê bûye malê tevahiya mirovahiyê - Raûf KARAKOÇAN

Roja 1'ê Mijdarê bûye malê tevahiya mirovahiyê - Raûf KARAKOÇAN
1 mijdar, 2022   00:44

Rêxistina terorê ya îslamî DAIŞ'ê ku li Iraqê derket holê, Mûsil bêyî şer bi dest xist ku navendeke sereke ya welêt e. Mîna refa kuliyan, her dera berê xwe dayê, dagir kir. Lîderê çeteyan El Bexdadî xwe wek xelîfe îlan kir. Hin herêmên Iraqê bi xwîn û qetlîaman bi dest xistin. Hovîtiyeke herî mezin a qirkirinê jî li gelê Şengalê kir. Êzidî bi vê komkujiyê re anku Fermana 73'an, di bîra mirovahiyê hatin bicihkirin. Çeteyên DAIŞ'ê bi hovîtî û dîmenên tirsnak ên barbariyê bûn gefeke mezin ji bo tevahiya mirovahiyê.

DAIŞ'ê xwîn rijand û li Rojhilata Navîn bi pêş de çû, dûre jî berê xwe ji Iraqê da Sûriyê. Helbet Tirkiye di vê guherînê de xwedî roleke diyarker e. Tirkiyê sûd ji çeteyên DAIŞ'ê wergirtin û dixwest Sûriyê bike paşbaxçeyê xwe.  Bi vî rengî hem dê Kurd tesfiye bikirana hem jî ji rejîma Esad xilas dibû. Planê dest ûç kir û DAIŞ'ê pir zû bi pêş de çû. Di 14'ê Tebaxa 2014'an de mehek piştî komkujiyên komî yên li Şengalê, gihaşt sînorê Kobanê. Gund, bajarok û bajar mîna domînoyan li dû hev ketin û dor hate Kobanê.

Di 15'ê Îlona 2014'an de Kobanê ya li ser sînorê Tirkiyê, ji sê baskan ve dorpêçkirin û bi çekên giran dest bi êrişê kirin. Kapasîteya şer a DAIŞ'ê, leza pêşketina wê û rastiya ku tu carî têk neçûbû, hêviyên gelekî mezin dan dîktatorê Tirk Erdogan. Di dema şer de hatibû ser sînor û heçku mizgîniya serkeftina DAIŞ’ê bide, digot dê Kobanê bikeve.

Çeteyên DAIŞ'ê beşeke mezin a navenda Kobanê dagir kir, lê berxwedaneke ku ne li bendê, derket pêşiya wan. Hêzeke kêm a YPJ/YPG'ê û hejmareke kêm a mirovan li ber xwe da, bi çavkaniyên xwe yên kêm berxwedaneke herî biheybet a dîrokê meşand. Piştre banga seferberiyê ya rêber Abdullah Ocalan hat û gel ber bi Kobanê ve herikî. Ji gelek welatên cîhanê şoreşgerên enternasyonal guh da vê bangê û tev li şerê Kobanê bûn. Di 1’ê Mijdara 2014'an de gelên cîhanê ji bo Kobanê rabûn ser pêyan. Ji 93 welatan mirov daketin qadan, berxwedana Kobanê hembêz kir û peyamên hevgirtinê dan. Herî dawî piştî berxwedana 134 rojan, çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê hatin derxistin. Di 26'ê Çileya 2015'an de Kobanê êdî bajarekî azad bû.

Dîktator Erdogan fêm kir ku Kobanê nakeve û xwest ji serkeftina Kobanê sûdê wergire. Mîna her canbazê li ser her werîsekî dilîze, vê carê jî hewl da hêzên pêşmerge di ser Tirkiyê re derbasî Kobanê bike û PDK'ê bike hevparê serkeftinê. Hewl da ji serkeftina Kobanê sûdê wergire. Hesabên şaş ên Tirkiyê, li Sûriyê, herêmê û cîhanê ew mehkumî tenêtiyê kir.

Ev berxwedana birûmet êdî wek 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê tê zanîn. Aliyê siyasî yê serkeftina Kobanê jî bi qasî aliyê wê yê leşkerî girîng e. Kobanê cihê têkçûna yekemîn a çeteyên DAIŞ'ê ye. Berfirehbûna wê li Kobanê hat rawestandin û neçar ma xwe vekişîne. Bi vî rengî têkçûna DAIŞ'ê ji bo Tirkiyê jî bû kul. Senaryoyên serweriyê yên dewleta Tirk li ser Sûriyê, siyaseta siyasî û leşkerî ku dixwaze li Sûriyê bi rêya DAIŞ'ê bi pêş bixe, bi vî awayî têk çû.

Pêvajoya din ji bo DAIŞ'ê pêvajoya çem û çem çûyînê ye. Têkçûna DAIŞ'ê ya li Kobanê û vekişîna wê, ji bo girseyên gel bû çavkaniyeke mezin a moralê.  Biryardariya gelan a têkoşînê xurt kir, psîkolojiya tirsê xera kir. Bê guman Kurdan di vê têkoşînê de berdêlên mezin dane. Gerîlayên PKK'ê ji bo gelan bûn fedaî. Gerîla tişta ku dewletan nekarî bike, li her derê li dijî DAIŞ'ê kirin û bûn mertal. Li ser xeteke berfireh a ji Iraqê heta Rojava her tim li pêş bûn, bi lez û bez berê xwe dan alîkariya  Kerkûk, Mexmûr, Şêxan û Şengalê û êzidî ji tunebûneke mutleq rizgar kirin.

DAIŞ di dîroka me ya nêz de metirsiyeke cîhanî çêkir û rêxistina terorîst a herî hov. Zemîna avabûna wê, sedemên wê armancên wê, tişta ku dixwestin di dawiyê de bikin û gelek mijarên din, divê werin lêkolînkirin. Zîhniyeta ku berê DAIŞ'ê da ser Kurdan, divê were lêpirsînkirin. Nexasim Tirkiye ya ku rê li ber vekir ku li Rojava hespê xwe bibezîne, nekarî armancên xwe pêk bîne, lê dest jê jî bernedaye.

Dewleta Tirk tu carî Kobanê qebûl nekir ku bûye sembola gelên cîhanê. Ji bo vê jî tişta ku nikaribû bi çeteyên DAIŞ'ê bike, bi komên din ên çete re dewam dike. Bi hêza şer a ji çeteyan êrişî Kurdan dike, Rojava dagir dike û çeteyên bermahiyên DAIŞ'ê lê bi cih dike. Li dijî rêxistinên ku cîhan jê re dibêje rêxistinên terorîst û bi aşkerayî derdixe meydanê. Her wiha cîhan bê deng dimîne û bi awayekî piştgiriya vê siyasetê dike. Ji aliyekî ve hêzên navneteweyî li dijî DAIŞ'ê hêzeke şer çêdikin û li kêleka Kurdan şer dikin, li aliyê din jî bi dewleta Tirk re ku pişta xwe dide DAIŞ'ê û êrişî Kurdan dike, dixebitin. Yanî em bi polîtîkayên durû re rû bi rû ne ku mirov dibêje ma ev qas jî.

Ruxmî her tiştî jî cihê berxwedana Kobanê di çavê gelan de piştrast bû. Kurdan, Roja Kobanê ya Cîhanê diyarî hemû mirovahiyê kir. Ji ber ku şerê Kobanê ji ya tê zanîn wêdetir, îradeyeke mezin a berxwedan û destana qehremaniyê ye.

ANHA