Yekitiya Parêzeran bersiv da banga malbata Şehîd Serdem Agirî

Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bersiv da banga malbata gerîlayê HPGʹê Serdem Agirî yê ku di êrişa kîmyewîya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû û dê giliyekî li dijî sûcên dewleta Tirk li dadgehên naveteweyî veke.

Yekitiya Parêzeran bersiv da banga malbata Şehîd Serdem Agirî
1 mijdar, 2022   01:50
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî gerîlayan li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne û sûcên şerê pêk tîne.

Ev sûc gelek caran bi belgeyan ji aliyê HPGʹê ve hatine piştrastkirin. HPGʹê di daxuyaniya xwe ya 30ʹê Cotmeha 2022ʹyan de diyar kir ku qadên berxwedanê 9 caran bi bombeyên qedexekirî û 11 caran bi çekên kîmyewî hatin bombebarankirin.

Malbata gerîlayê HPGʹê Serdem Agirî yê ku di êrişa kîmyewî ya dewleta Tirk de şehîd bibû, bang li parêzer û aliyên hiqûqî kiribû ku li dijî dewleta Tirk giliyekî rake saziyên hiqûqî yên cîhanê.

Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bersiv da banga malbata şehîd Serdem Agirî.

Endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Mihemed Emîn Neîmî diyar kir ku ji bo rakirina giliyekî li dijî dewleta Tirk a dagirker wan dest bi tedbîrên pêwîst kirine.

Neîmî destnîşan kir ku wan gelek doz li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker bi taybet yên girêdayî bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî Kurdan wergirtine û yek ji wan doza malbata şehîd Serdem Agirî ye.

Emîn Neîmî got: "Em dest bi tedbîrên qanûnî yên pêwîst bikin da ku li gorî rêgezên qanûnî vê dozê bighînin Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ku li navenda wê li bajarê Lahey ê Holandayê ye, ji bo ku li gor sîstema Romayê ya 1998ʹan ji ber van sûcan hesabê jê bipirsin."

ANHA