Rêya Zirgan-Til Temirê hat girtin

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên navçeya Til Temirê Selman Nûhî tekez kir ku wan ji bo parastina welatiyan ji êrişên dagirkeriya Tirk, beriya 2 rojan rêya di navbera navçeya Zirgan û Til Temirê de girtine. 

Rêya Zirgan-Til Temirê hat girtin
31 cotmeh, 2022   12:42
HESEKÊ – ARAM EHMED

Di dawiya 2019'an de dagirkeriya Tirk û çeteyên xwe bajarê Serêkaniyê dagir kir, piştî dagirkirnê gihiştin nêzî derdora navçeyên Til Temir û Zirgan ên kantona Hesekê. Bi vê yekê re jî wan bêtirî 5 baregehên leşkerî û bi dehan nuqteyên xwe li gundên rojavayê rêya ku her du navçeyan bi hev ve girê dide ava kirine ku dirêjahiya wê zêdetirî 20 kîlometre ye.

Ev baregeh û noqteyên wan bûne metirsî li ser kesên ku di wir re derbas dibin, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rasterast erebeyên wan dike hedef da ku di rê re derbas nebin. Li gorî ku ajansa me belge kiriye, hedefgirtina herî dawî jî duh yekşemê bû.

Rêya ku her du navçeyan Zirgan-Til Temir bi hev ve girê dide, ji bilî hedefgirtina rêwiyan, rastî topbarana domdar tê. Li ser vî bingehî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo ewlehiya welatiyan hin tedbîr girtin.

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Til Temir Selman Nûhî diyar kir ku ji dema gihiştina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê nêzî navçeya Til Temirê, her tim welatî bi vê xetereyê re rû bi rû ne û wiha dwam kir: “Ji ber ku dagirker wan dikin hedef. Bi taybet jî li ser rêya di navbera navçeyên Til Temir û Zirganê de. Lê ev demek e ku welatî û erebeyên wan bi awayekî rasterast dike hedef. Êrişa herî dawî jî duh yekşemê bû û çend erebe bi çekên doçkayê kirin hedef.”

Nûhî wiha lê zêde kir: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi rêya van kiryaran hewl didin Til Temirê dorpêç bikin û gelê herêmê koçber bikin. Me jî ji bo parastina welatiyan, bi awayekî demkî rêya di navbera navçeya Til Temir û Zirganê de girt."

Nûhî herî dawiyê wiha got: "Çend caran rêya di navbera Til Temir û Qamişlo de hate hedefgirtin û qutkirin, ev jî ji bo koçberkirina şêniyên wan herêman tê kirin."

(hs)

ANHA