Li Kerkûkê serçeteyekî DAIŞ’ê hate girtin

Serçeteyekî DAIŞ’ê li Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê polîsên Iraqê ve hate girtin.

Li Kerkûkê serçeteyekî DAIŞ’ê hate girtin
31 cotmeh, 2022   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hêzên li dijî Terorê yên Iraqê, îro serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Ebu Hemze Metuyte girt.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Ebu Hemze fermandarê ‘Yekîneya Operasyonan a Firqan’ a DAIŞ’ê ya li Mûsilê bû.