PDK şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan fînanse dike

Endamê berê yê Komîteya Petrol û Enerjiyê ya Parlamentoya Iraqê Xalib Mihemed eşkere kir ku piraniya petrola Başûrê Kurdistanê bi rêya kompanyayên girêdayî malbatên Erdogan û Barzanî bi qaçaxî derbasî Tirkiyê tê kirin. Mihemed tekez kir ku sotmeniya alavên leşkerî yên Tirkiyê ku pê êrişî Kurdan dike, ji petrola Başûr in.

PDK şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan fînanse dike
31 cotmeh, 2022   04:30
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Di demekê de ku piraniya welatiyên Başûrê Kurdistanê ji ber aloziyên jiyanî û aborî azaran dikişînin, malbata Barzanî rojane zêdetirî 170 hezar bermîl petrol ji zeviyên li Kerkûk û Nînovayê bi dest dixe û bi qaçaxî derbasî Tirkiyê dike.

Li gorî raporên ku demeke berê hatine eşkerekirin, hin kesayetên ji malbata Barzanî û di serî de Mesrûr Barzanî bi pereyên ji dahatûyên petrolê tên, şîrket, avahi û erebeyên luks li welatên biyanî dikirin.

Endamê berê yê Komîteya Petrol û Enerjiyê ya Parlamentoya Iraqê Xalib Mihemed ji ajansa me re axivî û diyar kir ku malbata Barzanî bi serweriya ewlehî, partiyetî û malbatî ya li ser welatiyan, Başûrê Kurdistanê hikum dike.

Mihemed destnîşan kir ku petrola “herêmê” di destê malbata Barzanî de ye, beşê herî mezin ji petrol bi nirxekî erzan diçe Tirkiyê, ji wir jî difiroşin welatên din.

Mihemed her wiha tekez kir ku malbatên hakim ên li Tirkiyê û şîrketên nêzî wan malbatan, ji her bermîlekî 11-12 doldarî û tu hesab ji wan nayê pirsîn.

Xalib Mihemed wiha got: “Qaçaxkirina petrolê ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê, bi rêya kompanyayên Tirkiyê pêk tê. Beşa mezin ji hilberîna petrolê jî bi rêya şîrketên Tirkiyê ye, mîna (Gunel Enerjî) û (Bet Oil). Her wiha hin şîrketên nêzî malbata Barzanî mîna Şîrketa Kar, Stêr Grup. Selahedîn, Kurd Oil) ku bi şîrketên Tirkiyê û şîrketên nêzî malbata Erdogan re xwedî têkiliyên xurt in.”

Perlamenterê berê yê Iraqê Xalib Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malbata Barzanî bi carekê xizmeta welatiyên Kurd nake. Bêguman em li vir behsa hejmaran dikin. Ji sedî 72 ji dahatûyên petrola Kurdistanê ji kesayetên nêzî malbata li ser hikumê Tirkiyê, şîrketên ximzetgûzariyê (ji malbata Barzanî û malbata Talebanî re) û şîrketên hilberandina petrolê (Gunel Enerjî, Bet Oil yên Tirkiyê) re diçin. Ji lew re, dahatûyên ku dikevin budceya Herêma Kurdistanê tenê ji sedî 28 in.”

Mihemed daxuyand ku ji sedî 72 ji dahatûyên petorlê yên “herêmê” diekvin destê şîrketên partiyan û malbatan û dewletên cîran.

Xalib Mihemed di dawiya axaftina xwe de ajantiya malbata Barzanî şermezar kir û got: “Balafir, tank û panzêrên Tirkiyê ku herêmên me topbaran dikin, xaka me ya Herêma Kurdistanê dagir dikin, lêçûna wan ji petrola herêmê ye. Sotmeniya wan jî ji petrola Herêma Kurdistanê ye. Tirkiye, ji welatên herêmê zêdetir sûdê ji petrola herêma Kurdistanê werdigire.”

ANHA