Xwişka şehîd Nagîhan: Hurmeta ji bo Nagîhan û keda wê, ew nemir kir

Nesrîn Akarsel xwişka şehîd Nagîhan Akarsel, qala xwişka xwe kir û got "Bîranîn, qîrîn û dengê jinên ku qîmetê didin keda wê yên li tevahiya cîhanê, her yek Nagîhanek e. Hurmeta ji bo Nagîhan û keda wê, ew nemir kir."

Xwişka şehîd Nagîhan: Hurmeta ji bo Nagîhan û keda wê, ew nemir kir
31 cotmeh, 2022   00:45
NAVENDANÛÇEYANI – CÎHAN BÎLGÎN

Nesrîn Akarsel bal kişand ser bîranînên li tevahiya cîhanê yên ji bo şehîd Nagîhan Akarsel û anî ziman ku şehîd Nagîhan dengên wan jinan e ku hurmetê nîşanî keda wê didin.

Aktîvîsta Jineolojiyê, akademîsyen û rojnamevan şehîd Nagîhan Akarsel di 4'ê Cotmehê de bi êrişeke çekdarî li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kuristanê şehîd bûbû. Xwişka şehîd Nagîhah Akarsel, Nesrîn Akarsel ji ANHA'yê re axivî.

'GELEKÎ DILZÎZ BÛ'

Nesrîn Akarsel wiha qala zaroktiya xwişka xwe dike: "Di zaroktiya xwe de ji gelek bobelatan xelas bû, ket nav şîrê keliyayî, gelek caran emeliyat bû. Navbera wê û bavê min pir baş bû. Qet zirar nadida tu kesî, min qet nedît bi kesekî re şer kiribe. Her tim sererast dikir, xwe li hember hemû jinên li taxa me berpirsyar didît û dixwest karên baş ji bo wan bike. Ew hişyar dikirin, dianîn cem hev, hemû didan hev, yek bi yek li pirsgirêkên wan guhdarî dikir û hewl dida çareser bike.”

ŞEHÎD NAGÎHAN: EM GELEKÎ BEDEW Û TOVRIND IN

Nesrîn Akarsel bi van hevokên qala bîrbiriya şehîd Nagîhan dike: “Wê li derdên me hemûyan guhdarî dikir û dikewandin. Ji malbata xwe gelekî hez dikir.  Wê dixwest em siyanetê ji bo rêya wê bigirin. Lê em her tim bi hestyarî tev geriyan û me nedixwet ew biçe. Lê her tim digot 'Ez xwe aîdî vir nabînim, ez nikarim li vir tiştekî bikim, tiştekî binivîsim. Nivîsandin ji bo min azadî ye'.”

Nesrîn Akarsel diyar dike ku şehîd Nagîhanê gelekî ji gelê xwe hez dikir û got: "Hurmetê nîşanî gelê xwe dida, jê hez dikir, lê guhdarî dikir. Her tim digot ‘Em çi gelekî bedew û tovrind in’.”

BÎRANÎNEKE KU QET JI BÎR NABE

Nesrîn li ser bîranîneke xwe ya di hevdîtineke li girtîgehê de dibêje: "Dema ku ez çûm serdana wê, li pişt caxên hesinî û camên qalind hewl dida bi dengekî bilind biaxive. Destê xwe dirêjî min kir û ji min xwest destê xwe bidim birîna tiliyên wê. Di wê kêliyê de ez jî, ew jî gelekî giriyan."

Nesrîn Akarsel anî ziman ku dilsoziya şehîd Nagîhan piştî şehadeta wê bêhtir zelal bûye û got: "Min îro gelekî baştir fêm kir ku dilsoziya wê dê qet xilas nebe û di birînên wê de, di dilê wê de, di êşa ku ji malbata xwe re hiştiye dewam bike. Min dît ku gelek ked daye."

'EM BI HÊRS IN'

Nesrîn Akarsel wiha dibêje: "Em dizanin ku Nagîhanê tu carî kuştineke wiha heq nekir. Gotin ku kujer hatiye girtin, lê me ne ji xwe ne jî ji kesî nekarî bipirsin ka kî ye, çi kesek e? Wekî ku me dil û aqilê xwe ji dest daye. Ji bo ku em lê nefikirin çi ji destê me tê em dikin. Heçku em bi hişê xwe dilîzin. Êşeke mezin e. Em nikarin mirineke bi vî rengî qebûl bikin. Em bi hêrs in. Her kî kiribe, di her dilopeke xwînê de ku rijandiye, di wijdanê windakirî de bila bi wijdanan were cezakirin. Ji ber ku wijdan cezayê herî mezin ê xiraban e."

‘NAGÎHAN CANÊ ME YE’

Nesrîn Akarsel a diyar kir ku her kesî ji ber bi vîn, xebat, nivîs û berhemên  wê ji şehîd Nagîhan hez dikir û wiha berdewam kir: "Tu carî ji me tiştek nexwest. Her tim guhdarî dikir û dixwest dest bide hemû hestên me. Piştî şehadeta wê, ez her tim difikirim; xwezî karekterekî me yê wekî yê wê bihêz hebûya. Lê ez dizanim ku wê tu carî hewl neda ku me biguherîne, wê wiha ji me hez kir. Ew canê me ye."

Nesrîn Akarsel xuya kir ku şehîd Nagîhan nemir bûye û got: "Bîranîn, qîrîn û dengê jinên ku qîmetê didin keda wê yên li tevahiya cîhanê, her yek Nagîhanek e. Hurmeta ji bo Nagîhan û keda wê, ew nemir kir."

ŞEHÎD NAGÎHAN AKARSEL KÎ YE?

Di sala 1976 'an de li gundê Xelîkan ê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ya li Anatolyaya Navîn ji dayik bû. Li wir dibistanên seretayî, navîn û amadehî xwendin. 4 xwişk û birayên wê hene. li Zanîngeha Gazî ya Enqereyê beşa çapemenî û weşanê xwend. Li vir di demeke kurt de di nava xebatên YCK'ê de cih girt. Di navbera salên 2001-2007'an de bi hinceta xebatên xwe yên siyasî yên li zanîngehan hate girtin. Piştî ku ji girtîgehê derket, di navbera salên 2008-2014'an de wek edîtor û nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê xebitî. Di vê pêvajoyê de ji bo ku lêhûrbûna xwe ya li ser azadiya jinan kûrtir bike, li Zanîngeha Hacettepeyê jî dersên li ser xebatên jinan şopandin. Şehîd Nagîhan di damezirandina yekemîn ajansa jinan JINHA’yê de cih girt û li ser jineolojiyê gelek xebat kirin. Di Akademiya Jineolojiyê de xebatên xwe dimeşandin. Şehîd Nagîhan di pêvajoya damezirandina kovara Jineolojiyê de jî cih girt û endama desteya edîtoriyê bû û nivîsên xwe jî tê de parve kirin.

KED Û HESRETA WÊ

Şehîd Nagîhan li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê di gelek qadan de xebatên lêkolîn û perwerdeyê kirin û piştî sala 2018'an lêkolînên sosyolojîk li ser Efrîn û Şengalê dewam kirin.  Li Başûrê Kurdistanê bi dehan perwerde, kurs û semîner ên li ser jineolojiyê dan û ji bo avakirina Navenda Lêkolînan, Pirtûkxane û Arşîva Jinên Kurd xebitî. Temamkirina pêvajoya nasîna rastiya rêber Abdullah Ocalan, hesreta wê ya herî mezin bû, ku veguherî pêşnûmeya romanekê. Rojnamevan û nivîskar û endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di 4'ê Cotmehê de li Silêmaniyê di encama êrişeke çekdarî de şehîd bû. Di daxuyaniya nivîskî ya Asayîşa Silêmaniyê de hat gotin ku êrişkar hatiye girtin. Lê belê agahiyeke berfirehtir an jî têkildarî aqûbeta kujer tu agahiyên din nehatin dayîn.

ANHA