​​​​​​​'Herêmên dagirkirî bûne navendên hilgirên ala reş ji bo êrişkirina herêmê'

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hena destnîşan kir ku herêmên Bakurê Sûriyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, bûne navendên ku çeteyên DAIŞ'ê jê plana êrişkirina herêmê dikin.

​​​​​​​'Herêmên dagirkirî bûne navendên hilgirên ala reş ji bo êrişkirina herêmê'
31 cotmeh, 2022   01:50
HESEKÊ

Bi dagirkirina xaka Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, herêmên dagirkirî veguherîn stargehên çeteyên DAIŞ'ê. Dewleta dagirker ji bo temamkirina timayî û planên xwe yên li dijî sûriyan, wan çeteyan xwedî dike.

Gelek belge û raporên ku piştgiriya dewleta Tirk a dagirker ji çeteyên DAIŞ'ê re îsbat dike, derketin holê . Ew jî bi rêya mikurhatinên çeteyên ku ji aliyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hatin girtin. Her wiha bi rêya çek û cebilxaneyên hatine dîtin ku nîşanên dewleta Tirk a dagirker li ser bûn.

Ajansa me di 7'ê Tîrmeha 2021'an de bi jineke ku ji girtîgehên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên herêma Serêkaniyê ya dagirkirî xilas bûbû re, hevpeyvînek çêkir. Wê demê, wê jinê li ser vê yekê tekez kir: "Dagirkeriya Tirk 42 jin ku di nav wan de serçete, 2 ciwanan û 6 zarokên çeteyên DAIŞ'ê û hejmarek birîndaran jî hebûn derbasî girtîgehê kirin. Piştre bi fermana MÎT'ê Tirk ew ber bi Tirkiyê ve hatin şandin."

Têkildarî mijarê, yek ji serçeteyên DAIŞ'ê ku berpirsê plana êrişa Girtîgeha Sînaa ya Hesekê bû,  di 25'ê Kanûna 2021'an ji aliyê QSD`ê ve hate girtin. Wî serçeteyî di lêpirsîn û dîmenên QSD`ê weşandine de piştrast kir ku çekên wan bi dest xistine, ji herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine, hatine.

'JI DAIŞ`Ê HETA ARTÊŞA NÎŞTIMANÎ YA SÛRIYÊ'

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hena têkildarî piştgiriya dewleta Tirk a dagirker ji çeteyên DAIŞ'ê yên bi gelek navan li herêmên dagirkirî tevdigerin, ji ajansa me re axivî. Hena wiha got: "Ji roja yekem a dagirkirina herêmên Bakurê Sûriyê û bi taybet Serêkaniyê û Girê Spî, me piştgiriya dewleta Tirk ji çeteyên 'Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê' re dît. Ew bi xwe komên 'terorîst' yên DAIŞ û El Qayîdeyê ne."

Hena wiha lê zêde kir: "Li wan herêman rojane binpêkirin û sûc li ser şêniyên resen ên li wir mane, tên kirin. Dagirkeriya Tirk ew herêm kirin cihekî ewle ji bo çeteyên DAIŞ û komên terorîst."

'PLANA ÊRIŞÊN DAIŞ'Ê YÊN LI DIJÎ HERÊMÊN ME, LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ TÊN DAYÎN'

Hena wiha pê de çû: "Herêmên dagirkirî êdî bûne herêmên ewle ji bo vejandina DAIŞ'ê. Êrişên 'terorê' yên li dijî herêmên me, her wiha bi rêya operasyonên me yên leşkerî yên li dijî şaneyên DAIŞ`ê û mikurhatinên wan, têkiliya dewleta Tirk a dagirker bi DAIŞ`ê û çeteyên "terorîst" re zelal bûn. Yek ji wan êrişên ku li herêmên dagirkirî plana wê hate dayîn, êrişa li ser Girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê bû, da ku bi hezaran çeteyan bidin revandin û ji wan herêman çek û cebilxaneyê bighînin wan."

'HERÊMÊN DAGIRKIRÎ BÛNA NAVENDÊN ALA REŞ'

Hena bal kişand ser têkiliya di navbera DAIŞ`ê û dewleta Tirk  a dagirker de û wiha got: "Di dema êrişa li ser Kobanê de, dewleta Tirk a dagirker sînorên xwe li pêş çeteyên DAIŞ'ê vekir û piştgirî da wan. Di sala 2015'an de jî dema êrişa li ser navçeya Til Temir, me piştgiriya dagirkeriya Tirk a ji çeteyên DAIŞ'ê re dît. Îro jî em dibînin ku yên piştgiriya dagirkeriya Tirk dikin û li kêleka wan şer dikin, heman çeteyên DAIŞ'ê ne. Tenê nav û cilên xwe guhertine da ku di hembêza dewleta Tirk a dagirker de bi ewle bin. Herêmên dagirkirî bûne navenda hilgirên ala reş û fikirê tundrew yên DAIŞ û komên terorîst û cîhadîst."

(hs)

ANHA