​​​​​​​Eşîrên Ereban ên Minbicê: Eger êriş li ser herêmê çêbibe em ê seferber bibin

Eşîrên Ereban ên Minbicê diyar kirin ku eger êrişeke li ser herêmê were kirin ew ê seferber bibin û piştgiriyê bidin hêzên xwe yên parastinê.

​​​​​​​Eşîrên Ereban ên Minbicê: Eger êriş li ser herêmê çêbibe em ê seferber bibin
31 cotmeh, 2022   03:20
MINBIC – SELWA EBDUREHMAN

Bi belavbûna çeteyên Ehrar El Şam ên girêdayê Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra) li eniyên şer ên li hemberî Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li gundewarên rojava û bakurê Minbicê re, eşîrên Ereban diyar kir ku ew ê herêmê ji her êrişekê biparêzin.

Rûspiyê eşîra Benî Esîdî, Mihemed Sadiq El Esîdî li ser guhertinên nû yên li bakur û rojavayê Minbicê got: "Senaryoyeke nû ya dewleta Tirk a dagirker e da ku piştgiriyê bide terorê li Sûriyê, her wiha da ku herêmê ber bi rewşeke tundkir û aloztir ve bibe û temenê aloziya Sûriyê dirêj bike û azarên sûriyan zêdetir bike."

El Esîdî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya afirandina rêxistineke terorîst ya nû mîna DAIŞʹê hewl dide berjewendiyên xwe li Sûriyê misoger bike û got: "Belavbûna Cebhet El Nusra li Sûriyê di çarçoveya van hewldanan de tên kirin, ji ber ku yekane Tirkiyê sûdê ji vê belavbûnê digire."

Şêx Mihemed Sadiq El Esîdî îşaret bi vê yekê kir ku dê li hemberî her hewldaneke avakirina rêxistineke terorîst û dagirkirin û parçekirina xaka Sûriyê bi Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSDʹê re bisekinin.

Şêxê eşîra El Bobenda, Xalid El Ecûz jî da zanîn ku helwesta eşîrên bajar û gundewarê Minbicê sabit e û wiha domand: "Em ê li hemberî her êrişeke li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin. Belavbûna komên çekdar ên ku ji bo ajnîdeyên Tirkiyê li ser sînorê Minbicê kar dikin, bi tu awayan nayê qebûlkirin."

Şêx Xalid El Ecûz diyar kir ku ev kom eger girêdayê Heyet Tehrîr El Şam be an aliyekî din be dixwazin Minbic û Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin. Her wiha  diyar kir ku ev kom ne sûrî ne, lê dijberên sûriyan in.

Şêxê eşîra El Bobena destnîşan kir ku eger piştî belavbûna çeteyên Ehrar El Şam li derdora Minbicê, tevgereke leşkerî li herêmê rû bide, dê eşîrên herêmê seferber bibin û got: "Eşîrên Ereb amade ne li gorî pêşketinên nû yên leşkerî û rewşa awarte heger were ragihandin, bikevin tevgerê û di rêzekê de li kêkela zarokên xwe yên di Meclisa Leşkerî ya Minbicê de bisekinin."

ANHA