Malbata şehîd Serdem Agirî dê doz li dewleta Tirk veke

Malbata gerîlayê HPG'ê Serdem Agirî ku di êrişên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, amadekariyan dike ku der barê dewleta Tirk de dozê veke. Malbatê banga alîkariyê li parêzeran û saziyên hiqûqê kir.

Malbata şehîd Serdem Agirî dê doz li dewleta Tirk veke
30 cotmeh, 2022   23:38
QAMIŞLO

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) a 18’ê Cotmehê de eşkere kir ku 17 gerîla di êrişên çekên kîmyewî yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şehîd bûbûn, ji wan jî şehîd Serdem Agirî heye.

Bavê şehîd Serdem Agirî, Mihemed Ebdî bang li parêzer, hiqûqnas û saziyên hiqûqî kir ku alîkariya wan di vekirine dozekê li dijî dewleta Tirk a dagirker bikin ku wê li ser sûcên wê darizînin.

Mihemed Ebdî got: "Kurê min di êrişên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî çiyayên Kurdistanê de şehîd bûbû. Laşê kurê min û hevrêyên wî bi van çekan hate şewitandin."

Mihemed Ebî wiha bi dawî kir: "Ez bang li hemû parêzeran dikim ku dozekê li gel aşiyên hiqûqî yên cîhanê ji bo hesabkirina dewleta Tirk vekin."

(fr)

ANHA