Kongreya 2’yemîn a Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin

Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Bi giyanê şoreşa gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin û azadiya rêber Abdullah Ocalan misoger bikin”, îro kongreya xwe ya duyemîn li dar xist.

Kongreya 2’yemîn a Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin
Kongreya 2’yemîn a Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin
Kongreya 2’yemîn a Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin
Kongreya 2’yemîn a Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin
Kongreya 2’yemîn a Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin
Kongreya 2’yemîn a Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin
Kongreya 2’yemîn a Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin
30 cotmeh, 2022   17:09
HESEKÊ

Endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer, nûnerên partiyên siyasî, malbatên şehîdan, endamên saziyên gaziyan, nûnerên hêzên leşkerî û ewlehiyê tev li kongreyê bûn.

Di kongreyê de rapora salê ya federasyonê û kar û xebatên sala borî, her wiha perspektîfên rêber Abdullah Ocalan têkildarî gaziyan hatin xwendin.

Her wiha, endamê Desteya Serokatiya PYD’ê Aldar Xelîl lidarxistina kongreyê pîroz kir û destnîşan kir ku di vê qonaxê de gelek girîng e ji bo destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku di encama fedakariyên mezin de werin birêxistinkirin.

Aldar Xelîl wiha axivî: “Projeya tekane ya bidawîkirina kirîza Sûriyê projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk e û rêya xelasiyê jî diyaloga Sûrî-Sûrî ye.”

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer wiha axivî: “Em lidarxistina kongreyê li gaziyan pîroz dikin ku hêza terorîst a herî xeter li cîhanê DAIŞ, têk birin.”

Hesen Koçer wiha lê zêde kir: “Gazî şehîdên sax in ku destkeftiyên şoreşê diparêzin, gelek ji wan di berxwedana li hember dagirkeriya Tirk a li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de birîndar bûn. Ev yek jî nîşana girêdana wan bi xaka welêt ve û şopandina rêya şehîdan dide nîşan.”

Hesen Koçer destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca lewazkirina îradeya gelan û têkbirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser, nexasim piştî civînên Astana û Tehranê, êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Tê payîn ku kongre heta sibe bidome.

(mh)

ANHA