​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-10-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-10-2022`YAN
30 cotmeh, 2022   23:00

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi boneya salvegera damezirandina hêzê şahiyekê li stada Şehîdên 12`ê Adarê ya Qamişlo li dar dixe saet di 13:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Kobanê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî du xwepêşandanên cuda li dar dixe yek li navçeya Qenayê ya rojavayê Kobanê û ya din li navçeya Şêran a rojhilêt bajêr saet di 12:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevkê Meclisa Kombûna Eşîrên Bokemalê li rojhilatê Dêrazorê destnîşan kir ku nêzîkbûna dagirkeriya Tirk û hikûmeta Şamê dê xerabî û şer ji Sûriyan re bîne û bang li siyasetmedarên Sûrî kir ku zextê li hikumeta Şamê bikin da ku krîza Sûriyê bi diyalogê çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pirsporê jêderên avê Tirad Şêx Îbrahîm destnîşan kir ku biryara Rêveberiya Xweser a qedexekirina kolana bîran di cih de ye û ji bo berjewendiyên herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Eşîrên Ereban ên Minbicê diyar kirin ku eger êrişeke li ser herêmê were kirin ew ê seferber bibin û piştgiriyê bidin hêzên xwe yên parastinê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hena destnîşan kir ku herêmên Bakurê Sûriyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, bûne navendên ku çeteyên DAIŞ'ê jê plana êrişkirina herêmê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nesrîn Akarsel xwişka şehîd Nagîhan Akarsel, qala xwişka xwe kir û got "Bîranîn, qîrîn û dengê jinên ku qîmetê didin keda wê yên li tevahiya cîhanê, her yek Nagîhanek e. Hurmeta ji bo Nagîhan û keda wê, ew nemir kir." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbata gerîlayê HPG'ê Serdem Agirî ku di êrişên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, amadekariyan dike ku der barê dewleta Tirk de dozê veke. Malbatê banga alîkariyê li parêzeran û saziyên hiqûqê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

Endamê berê yê Komîteya Petrol û Enerjiyê ya Parlamentoya Iraqê Xalib Mihemed eşkere kir ku piraniya petrola Başûrê Kurdistanê bi rêya kompanyayên girêdayî malbatên Erdogan û Barzanî bi qaçaxî derbasî Tirkiyê tê kirin. Mihemed tekez kir ku sotmeniya alavên leşkerî yên Tirkiyê ku pê êrişî Kurdan dike, ji petrola Başûr in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Endamê Komîteya Amadekar a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol Ebûd Mexso destnîşan kir ku wan hewl da îsal rexneyên salên borî û kêmasiyên derketine derbas bikin da ku pêşangehê pêş bixin. Her wiha diyar kir ku rêjeya kirîna pirtûkên bi zimanê kurdî ji salên borî baştir bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA