Konferansa 2`yemîn a Şaredariyên Gel pêk hat

Konferansa 2`yemîn a Şaredariyên Gel ên Demokratîk, Îkolojîk û azadîxwaz a jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi encamnameyeke girîng têkildarî sazûmaniya rêxistinî ya şaredariyan bidawî bû.

Konferansa 2`yemîn a Şaredariyên Gel pêk hat
Konferansa 2`yemîn a Şaredariyên Gel pêk hat
Konferansa 2`yemîn a Şaredariyên Gel pêk hat
Konferansa 2`yemîn a Şaredariyên Gel pêk hat
Konferansa 2`yemîn a Şaredariyên Gel pêk hat
Konferansa 2`yemîn a Şaredariyên Gel pêk hat
Konferansa 2`yemîn a Şaredariyên Gel pêk hat
Konferansa 2`yemîn a Şaredariyên Gel pêk hat
Konferansa 2`yemîn a Şaredariyên Gel pêk hat
Konferansa 2`yemîn a Şaredariyên Gel pêk hat
30 cotmeh, 2022   18:29
HESEKÊ

Konferansa 2`yemîn a Şaredariyên Gel ên Demokratîk, Îkolojîk û azadîxwaz a jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola Serdemê ya Hesekê pêk hat.

Di konferansê de 436 delege, mêvan ji saziyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên kurd, ereb û suryan hazir bûn. Balkêş bû ku jin bi cil û bergên folklorî beşdar bûn.

Her wiha hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Aram Hana û berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemed tev li konferansê bûn.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 132 şaredariyên gel hene. Kar û xebatan ji 5 milyon şênî re pêşkêş dikin û li gorî rêgezên netewa demokratîk kar dike ku yek ji stûnên wê parastina jîngehê û ekolojiyê.

Alên Rêveberiya Xweser, wêneyên şehîdên komkujiya şaredariya Qamişlo yên di êrişa çeteyên DAIŞ`ê de di 11`ê Adara 2014`an de şehîd bûne, li hola konferansê hatin daliqandin.

Di destpêka konferansê de 5 endamê ji aliyê beşdaran ve ji bo dîwanê konferansê hatin hilbijartin.

Piştre, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El Ebid axivî û konferans li hemû şehîdan pîroz kir û got: “Divê destpêkê em ji bîr nekin ku bi saya şehîdên xwe, malbatên wan û gaziyan, em li vir in.”

HEMDAN EL EBID: SALA 2023’YAN DÊ BIBE SALA AVAKIRINÊ

Hemdan El Ebid got: “Desteya Rêveberiya Xwecih û Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi derfetên kêm û rewşên zehmet kar kirin, em keda wan a ji bo pêşxistina bajaran û bi taybetî deverên ku di encama şer de talan bûne, spas dikin û di karê wan de pêşketin û serkeftinê hêvî dikin.”

El Ebid wiha domand: “Her karmendek Şaredariya Gel leşkerek nenas e, sala 2023’yan dê bibe sala avakirinê li gor derfetên Rêveberiya Xweser.”

FOZA YUSIF: DIVÊ SAREDARÎ DI DESTÊ GEL DE BIN

/ar/uploads/files/2022/10/30/170329_fwzh-ywsf-2-28large29.webp

Piştre, endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Fewze Yûsif axivî û şehîdên şaredariyên gel bi bîr anîn û got: “Hêzên desthilatdar şerê avê li dijî gelê me dimeşînin, bi van kiryaran dixwazin gelan kontrol bikin, nexasim ku behsa gengaziya bikaranîna çekên atomî di şerê Ukraynayê de tê kirin, ev jî dê xerabî û karesetan di warê xwarin û jîngehê de derxe.”

Foza Yûsif wiha domand: “Hêzên desthilatdar çekên ku çêkirine li dijî gelan û jîngehê bi kar tînin, ev çek dê kirîzên jîngehî derxin holê, nexasim çekên ku li Kurdistana Sûriyê tên bikaranîn. Şerê cîhanê ya sêyemîn a ku em niha tê de dijîn, dê metirsiyeke mezin bide mirovahiyê.”

Foza Yûsif destnîşan kir ku şerê niha li dar e, şerê li dijî gelan û jîngehê û şaristaniya mirovahiyê ye, ji ber wê jî divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya projeya xwe bibin çirûska hêviyê û li hember van şeran bisekinin.

Foza Yûsif hêvî kir ku konferans biryarên baş encam bide û şaredarî di destê gel de bin ku gel bi xwe biryarên wan bistîne ku destpêka rêya ber bi demokrasiyê ve ne.

Foza Yûsif diyar kir ku şaredarî roleke mezin di peymana civakî ya nû ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dilîze û di vê konferansê de divê ev yek were nîqaşkirin ku çawa şaredarî xwe li gor wê û di rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi rêxistin bikin.

Foza Yûsif der barê geşedanên li kantona Efrînê ya dagirkirî de got: “Hêzên tarî xwestin xêr û bêrên herêmên me bistînin û bi hovîtî êrişî wan kirin, ekolojiya Efrînê li ber qirkirinê ye. Di heman wextê de jî ew şerê avê li dijî gelên me didin meşandin, me dît çawa wan bendav û çemên ku tên herêmê zuha kirin, ji ber wê jî ew şerê li dijî jîngehê didin meşandin.”

Piştre, rapora 3 salan a kar û xebatên şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê hevseroka Desteya Jîngeh û Şaredariyan a Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer ve hat xwendin. Piştre konferans li pêşiya çapemeniyê girtî berdewam kir.

Çavkaniyên ji hundirê konferansê ji ajansa me re dan zanîn ku di berdewamiya konferansê de rêziknameya ji nû ve avakirina sazûmaniya pergala şaredariyan, hat xwendin û nîqaşkirin û ji aliyê beşdaran ve hat pejirandin. Piştre ji Meclisa Zagonsaz a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş bike ji bo binirxîne û li ser erê bike.

Encamnameya Konferansa 2’yemîn a Şaredariyên Bakur û Rojhilata Sûriyê:

“Konferansa me di 30’î Cotmeha 2022’an de, bi tevlêbûna 436 delegeyan û mêvanan bi encamnameyeke serkeftî bi dawî bû.

Konferans, di nav şert û mercên şoreşê de, ruxmê zehmetî û dorpêça ji çar aliyan ve û bi taybet li gel êrişên dagirker Tirk hat lidarxistin. Sîstema cihanê di nava qeyraneke cidî de ye. Ev sîstema ku li ser esasên kapîtalîzm, netew-dewlet û yekdestdarîyê de ava bûye, ji bo berjewendîyên xwe hemû gelan dikişinin nava şer û qeyranê. Şerên Rûsya-Ukrayna, Ermenîstan-Azerbaycan û bûyerên di herêma pasifîk/Asya-Çîn û Taywanê, dîsa li Ewropa, bûyerên di navbera Sirbistan-Kosova de tên jiyîn vê rewşê bi eşkere nîşan dide. Di encama şerê desthilatdariyê de bi milyonan însan jiyana xwe ji dest danê û di asta cihanî de qeyrana nan, genim, xwarin, av, gaz, enerjî û hwd tên jiyîn.

Şer û şoreşên li Rojhilata Navîn tên jiyîn jî parçeyek ji qeyrana sîstema cihanî ye. Sîstema olperest, nijadperest û zayendperest gelên Rojhilata Navîn dîl girtine. Bes li hember vê, şoreşa ku li Rojhilata Navîn û Sûriyê destpê kiriyê jî berdewam e. Dema dawiyê li Îranê jî li hember rejima zordest, bi peşengtiya jinan, şoreşa gelan destpê kiriye. Bi van bûyeran ve isbat dibe ku sedsala 21’emîn dê sedsala jinan be.

Di encamê de tê dîtin ku, di sedsala 21’emîn de sîstema netew-dewlet, bi sorkirina hesasiyetên qewmî-mezhebî û yekdestdarîyê re êdî nikare xwe reva bike. Sîstemeke li ser esasên netewa demokratîk, wekhevî, edalet, azadî û ne navendî ango xweser û konfederal wê ji pirsgirêkên têne jiyîn re bibe çare. Bi taybet, hewce ye ku Rojhilata Navîn li ser koka xwe ya qayîm xwe ji nû ve ava bike û layiqî dîroka xwe ya baş a ku bûye bingeha hemû şaristanî û zanistî be; pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser bike û konfederasyona Rojhilata Navîn ava bike.

Em wek perçeyekî hêzên şoreşa sûrî, hewl didin li bakur û rojhilatê Sûriyê li ser fikrê netewa demokratîk sîstemekî demokratîk û xweser ava bikin. Ev fikir, felsefe û sîstem ji bo hemû Sûriyê dê bibe çareserî.

Her çiqas em di nava şert û mercên şer de bin jî konferansa me avakirina fikrê netewa demokratîk û nînşaya sîstema xweseriyê wekî pêwîstiyekê dibîne û dixwaze vê peyamê bide hemû gelan û aliyên Sûriyê.

Şaredariyan wek perçeyekî sîstema Xweseriya Demokratîk, ev demeke dirêj e hem xwe di sîstemê de bi rêxistin dike hem jî li gorî derfetan xizmeta civakê dike.

Konferansa me rola şaredarîyan li ser du esasan diyar dike;

1. Şaredarî, di pêşxistina demokrasiya rasterast de wek sazîyeke rêveberiya xwecih xwedî rol e.

2. Şaredarî, di pêşxistina xizmetên xwecih de xwedî roleke esas e.

Di vê çarçoveyê de şaredarî, li ser fikrê netewa demokratîk meşiyanê û di pêşkeşkirinê xizmetê de ferq û cudatî nexist di navbera qewm, netew, ol an mezheban de. Konferansa me vê ferasetê teyid dike û destnîşan dike ku di dema pêş de wê li ser xeta netewa demokratîk hîn xurttir bimeşe.

Di Konferansa me de li ser sîstema şaredariyan niqaşên berfireh hatin pêşxistin û ji bo şaredarî bibin şaredariyên gel, bibin rêveberiyên xwecih, xweser û demokratîk di 8 xalan de bîryar girtin. Li gorî vê di sîstema şaredariyan de wê nûbûn bên çêkirin. Bi kurtasî û xetên stûr em dikarin bêjin ku li gorî sîstema nû hevserok û meclisên şaredariyan dê bi dengên gel bênê hilbijartin. Bîryarên der barê karên şaredariyan de wê giredayî meclisên şaredariyan be. Ji bo demokrasiya rasterast pêş bikeve û şaredarî bibin rêveberiyên xwecih ên rastîn, meclisa şaredariyan bername, stratejî, projeyên bajar û biryarên esasî bi komîn û saziyên medenî ve diyar bikin û pêk binîn. Xiyerarşî û birokrasîya zêde ji nav sîstemê tê rakirin. Ji bo kar û xizmetên gel di cihê xwe de û zû pêk werin, şaredariyên bajarok û navçeyan dibin cihên biryar û pêkanînê. Di maneya giştî de şaredarî xweser bin. Lê ji bo pirsgirêkên giştî bi hevûdu re çareser bikin piştgirî bidin hev û ji bo pêşxistinên hîn baştir biafirînin di asta kanton û herêman de di nava xwe de sîstema yekitiyên şaredariyan ava bikin. Tedbîrên şaredariyan û yekitiyên şaredariyan ji aliyê îdarî-malî de di bin vênerîna gel û vênerîna aliyên eleqedar ên rêveberiyên giştî û mahkemeyan de bin. Xeta azadiya jinê wê di nava şaredarî û sîstema yekitiyên şaredariyan de bên parastin û bibê pêşeng; sîstema hevserokatiyê bê pêkanîn. Ev mijar wek esasên paradigmaya giştî têne dest girtin, li gorî vê di nava şaredariyan de tanzîma xweser bê avakirin û xurtkirin. Her wiha encamê niqaşên sîstemê de ew 8 xalên bûne biryar jî em bi encamnameya konferansê ve par ve bikin.

Di konferansa me de di milê xizmet û stratejîya kar de jî niqaşên berfireh pêş ket û em gihiştin hîn encaman. Rewşa pergal û avakirina mîmarî yên bajaran mijarekî sereke yê şaredariyan e. Pilanên îmarê yên bajar û gundan re di destpêka şoreşê de li gorî wê demî û li gorî hesabên sîyasî nêzîkatiyek hatibû pêşxistin. Binesaziya erd, li ser erd avakirin, stratejiyên dem dirêj û li gorî van qedimandina xizmetan kêm çêbûye. Bajar û gundên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê beriya şoreşê hatine îhmalkirin. Ji bo pirsgirêkên îmara bajaran re çareseriyek bê dîtin û modelên li gorî feraseta bajarên ekolojîk bên tanzîmkirin konferansa me biryar girt ku di meha 12’ê sala 2022’yan de bi beşdarbûna muhendis û mîmarên Sûriyê û yên li dervayî Sûriyê re komxebatekê li dar bixe.

Di pêvajoya şoreşê de ji ber şert û mercên ku şer dibû sedem, di gelek bajaran de binesazî xirabûne û di pêşkeşkirinê xizmetên esasî de zehmetî çêbûyê. Rixmê mercên giran ê şer, li gorî derfetan xizmetek hatiye pêşxistin. Bi taybet di aliyê çêkirina rêyan de, di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li gorî mercên beriya şoreşê qat bi qat zêdetir xizmet hatiye pêşkeşkirin. Bes ji ber madeya zift û îmkaniyetên teknîkî de lewazî hebûn rêyên hatine çêkirin zû xira dibûn. Ji bo van pirsgirêkên teknîkî û zanistî bên derbaskirin hîn gav hatine avetin lê divê ji van zêdetir gavên nû bên avêtin û tedbîrên hîn baştir bên pêşxistin.

Di mijara ekolojiyê de jî rewşa heyî di konferansa me de hatiye niqaşkirin û gihiştinê van encaman; Ji bo qadên petrol, pîşeyî û kargehan, pîvan û qanûnên nû bên danîn û vênerînê wan bên zêdekirin. Dîsa ji bo parastina hevsengiya ekolojiyê gavên wek çandina daran û pêşxistina daristanan û hwd esas bên girtin. Li gorî biryarên konferansê di destpêka sala 2023’yan de komxebateke ekolojiyê bê lidarxistin. Kampanya bi navê “Her Darek Mirovek” bê destpêkirin. Ji bo civak bi awayekî giştî xwedî li vê mijarê derkeve, her sal divê her mirovek herî kêm darekê biçîne, bi vê awayî her sal bi milyonan dar bê çandin.

Ji bo xeta azadiya jinan di nava şaredariyan de û bi rêya şaredariyan jî di nava civakê de bê pêşxistin dê hewldanên taybet pêk werin. Di vê çarçoveyê de di destpêka sala 2023’yan de wê konferansa jinan û komxebatên jinan li ser asta şaredariyan bên lidarxistin.

Rewşa avê, wek di hemû cihan û Rojhilata Navîn de tê jiyîn, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî wek pirsgirêkeke cidî tê jiyîn. Pirsgirêkên ava bin erd bi hevsengiya ekolojîk ve û pirsgirêkên ava li ser erdê jî bi şer û siyaset ve giredayî tên jiyîn. Siyaseta ku dewleta Tirk a faşîst li ser avên Dicle û Firatê dimeşîne, binpêkirina qanûnên navnetewî ye. Bi taybet Kobanê, Minbic û hemû herêmên me dikevin rewşekî xeter û krîzekî însanî. Dîsa ji dagirkirina Serêkanîyê û vir ve îstasyona avê ya Alokê ku çavkanîya yekemîn a ava Hesekê ye ketiyê destê dagirkeran de û ji ber vê yekê bi mîlyonan însan û penaberên Serêkaniyê pirsgirêka avê heye. Konferansa me bang li hêzên eleqedar ên navneteweyî dike ku ev binpêkirina hiqûqî ya dewleta Tirk a faşîst asteng bikin, destwerdana krîza avê bikin.

Ji milê din ve ji bo çareserkirina pirsgirêka avê, di serî de herêmên zehmetiyan dikişînin û ji bo giştî herêmê em ê bi derfetên xwe di sala 2023’yan de hîn gavên şênber û stratejîk biavêjin. Bi vê mijarê ve giredayî wek konferans em banga gelê xwe jî dikin ku pêşiyê israfa avê bigirin û qasî pêwiîst dike avê xerc bikin. Di van mijaran de jî wê şaredariyan tedbîrên pêwist pêş bixin.

Xebatên binesaziya erd ên wek kanalîzasyon, tora ava baranê û hwd di salên pêşiya me de wê wekê karên stratejîk bên destgirtin. Ji bo nava bajaran de veguhestinê gel hêsantir û baştir be xebatên taybet ên wek kooperatîfên basan ên gel bêne bipêşxistin.

Paqijî, rojeveke taybet û sereke ya şaredarîyan e. Ji bo paqijiyê gavên ku ji aliyê şaredariyan ve tên avêtin zêdetir divê di nava civakê de çanda paqijî bê pêşxistin, di bajar, gund û hemû jîngehan de paqijî bi tevlêbûna gel ve bê tanzîm kirin. Li ser vê nêrînê konferansê me ji cihên têkildar re pêşniyar dike ku her roja pêncşemê, di saetê dawîn a dewama îdarî de, di pêşengiya şaredariyan de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser hawirdorên xwe paqij bikin.

Ji bo veguhestin, binerdkirin û cardin bikaranîna zibaleyan her çiqas gavên erênî hatiba avêtin jî divê di dema pêş de ev kar bi awayekî stratejik bê bi dest girtin. Bi taybet projeyên di cardin bikaranîna zibaleyan de li ser sekinandinekî pêk were.

Di dema bihorî de mijarên civakî yên wekê pirsgirêkên astengdaran, zarokan û ciwanan û hwd di nava şaredarîyan de nebûyê xebatên esasî. Di vê mijarê de projeya herî erênî ku hatiyê pêşxistin “Mala Zarokan” e. Bi vê projeyê ve xwedî derketina zarokên parse dikin û li ser zibaleyan tên şoxulandin pêşketiyê. Li gorî bîryara konferansê û sîstema nû di dema pêş de xebatên civakî ji bo şaredarîyan dê bibe karekî stratejik.

Di dema bihorî de xebatên çand û hûnerê jî nebûyê qadekî xebatê yên şaredarîyan. Dîsa li gorî bîryara konferansê û sîstema nû di dema pêş de ewê bibê qadek jê xebatên şaredarîyan.

Pêşxistina aborîya civakî jî di dema pêş de bibê xebatekî bingehin a şaredarîyan. Di serî de pêşxistina koperatîfan û hwd dê bibê xebat û rojeva sereke ya şaredarîyan.

Xeletkirina şaredarîyên me yên ku di şert û zirûf û mizanîyên kêm de hemû hêzên xwe bi kar tînin, bi komîn û meclisan re tekîlî pêş dixin û bi vê awayî karên xizmetguzarîyê pêş dixin û razîbûnê gel distînin jî wekê bîryarekî din a konferansê me hatiyê erê kirin.

Ji milê din ve di sîstemê nû de û li ser esasê feraseta rêveberîyê xwecihî, bê hedefkirin ku hemû şaredarîyên me bikaribin di aliyê malî de têra xwe bikin û ji bo vê sîstemê xwe pêş bixin.

Her sîstem û sazî li ser fikir û însanên li gorî wê paradigmayê pêş dikevin. Rêveberî û endamên şaredarîyan de kemasîyên di alîyê fikrî, kesayetî û pisporî de tên jiyîn ji bo bên derbaskirin rolekî girîng dikeve li ser akademîyên şaredarîyan. Di vê çarçoveyê de di hemû qadên bakur û rojhilatê sûrî de akademîyên şaredarîyan bên pêşxistin.

Li hemberî êriş û dagirkerîyên li ser herêmên me çêdibin, şaredarî xwe perçeyekî pêşxistina şerê gel ê şoreşgerî dibîne û di qadên xebatê xwe de berpirsiyarîya pêwist hildide li ser milên xwe. Li ser vê mijarê konferansa me bîryar girtiyê ku endamên şaredarîyan cihê ku lê jiyandikin de bibin endamên Hêzên Parastina Cewherî, HPC.

Mijarên ku li jorê hatine dest nîşan kirin niqaş, nêzikatî û bîryarên konferansê yên derketine pêş in.

Wekê encam, konferansa me di milê nûkirinê de bûye konferansekî dîrokî. Her wiha şaredarîyan bibin cihetek îradeya gel û pêşxistina modela rêveberîya xwecihî, xweser, demokratîk, ekolojîk û azadîxwazîya jinê.

Di milê sîstemê de bîryarên ku di vê konferansê de hatine girtin, wê derbasî komîsyona hevpeymana civakî û meclisa zagonsaz a bakur û rojhilatê sûrî bin û bibin qanûn û peyman. Dîsa bê hedef kirin ku di demekî kin de bi rêya hilbijartinên şaredarîyan ango bi rêbazekî hilbijartinê bikeve merîyetê.

Di milê xizmet û karên hatine kirin de em xwe berpirsiyar dibînin. Li hember kemasiyên hatine jiyîn hem xalên ku di raporê de hatine destnîşan kirin û hem jî niqaş û rexneyên di konferansê de hatinê pêşxistin em wekê rexnedayina xwe dibînin. Di avakirina sîstemeke demokratîk û pêşxistina xizmetê di her qadî de em wekê beşdarvanên konferansê carekî din soz didin gelên xwe, şehîdên xwe yên şoreşê û Rêber Abdullah Ocalan ku van bîryar û nirxandinan di piratikê de pêk bînin.

ANHA