Salvegera 9`emîn a damezirandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê hat pîrozkirin

Îro Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê bi boneya salvegera 9’emîn a damezirandina xwe şahiyek li dar xist.

30 cotmeh, 2022   16:44
MINBIC

Di şahiyê de endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên jinan û rûspî û serokeşîr beşdar bûn.

Şahî li stada beledî ya bajêr li dar ket.

Di şahiyê de, hevseroka Komîteya Hundirîn a Minbicê Rena Beşmaf wiha axivî: “Ewlehî û aramî du mercên sereke yên jiyaneke aram a civakê ne. Bê ewlehî, aborî, perwerde û aramî jî nabin, di civakan de tiştê herî sereke ewlehî ye. Saziya Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî ev erk daye ser milê xwe, ku di salên borî de îsbat kir ku ew xwedî li vê erkê derdikeve.”

Piştre, endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Hemade Ezîz got: “Em îro bi gelê xwe re, bi beşdariya hemû pêkhateyên civakê, hem ên sivîl hem jî ên leşkerî, ji bo pîrozkirina salvegera 9’emîn a damezirandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn kom bûne. Em jî bi sekna xwe ya li hember terorê û hemû şêwazên sûcan, ber bi pêkanîna aramiyê û avakirina welatekî ewle ve diçin.”

Her wiha, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo salvegera 9’emîn a damezirandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz kir.

Şêxo wiha axivî: “Em fedakariya hevrêyên xwe yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hemû beşên wan pîroz dikin û wan ji dil spas dikin ku ew ji bo pêkanîna aştî û aramiya Minbicê kedê didin.”

Piştre, berdevkê Meclisa Rûspiyan a Minbicê Mihemed Sadiq El Esîdî wiha axivî: “Em bi keç û xortên xwe yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn serbilind û serfiraz in ku ji bo parastina welêt hertim di liv û tevgerê de ne.”

Piştre Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo keda wan a parastina ewlehiya herêmê, xelat kirin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

(mh)

ANHA