Li Şehbayê, 1.Konferansa Yekitiya Pîşeyên Tenduristî

Yekitiya Pîşeyên Tenduristî ya Herêma Efrînê bi diruşma "Bi yekitiyê em civakeke tendurist, exlaq û demokratîk ava dikin" 1.konferansa xwe li kantona Şehbayê li dar xist.

30 cotmeh, 2022   15:50
 ŞEHBA

Konferans li holê şehîd Axîn Welat a navçeya Fafîn a Şehbayê hat lidarxistin. Her wiha  ‎nûnerên beşa tenduristî û meclisên saziyên sivîl a herêma Efrîn beşdar bin.‎

Endamê rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Herêma Efrîn Gulê Cefar nirxandina rêber ‎Abdullah Ocalan li ser girîngiya avakirina civakeke tendurist û avakirina bingeheke tendurist ‎ku li ser rêgezên jiyana tendurist a exlaqî, xwend.‎

Hevserokê TEV-DEM′ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriye Xerîb Hiso axivî û ‎lidarxistina konferansê li xebatkarên beşa tenduristî pîroz kir û piştrast kir ku ev gaveke ‎erênî ye ku civaka tenduristî, exlaqî û demokratîk xurt bikin.‎

Hiso wiha got: "Li gel rewşên dijwar û dorpêça ji hêla hikumeta Şamê ve û siyasetên din konferans hate lidarxistin. Her wiha berxwedana şêniyan bersiva herî guncaw li dijî wan siyasetên qirêj e. Li ser vê bingehê divê em xwe ji aliyên leşkerî û siyasî ve bi rêxistin bikin û hêzeke ava bikin ku hemû plan û siyasetên qirêj têk bibin."

Xerîb Hiso behsa bikaranîna dewleta Tirk ji çekên Kiymawî re di êrişên li dijî çiyayên ‎Kurdistanê kir û wiha pê de çû:" Piştî dewleta Tirk armancên xwe pêk neanîn, dest bi bikaranîna çekên ‎kiymawî, li pêş çavên cîhan, kir."

Dûre endama Yekitiya Pîşeyên Tenduristî Fehîme Koşan rapora xebatên yekitiyê yên salên borî xwendin û deriyê nîqaşê li pêş beşdaran hate vekirin.

Piştre endamê yekitiyê Ferîd Elî rêzikname xwend û deriyê nîqaşê li ser 15 bendan hate vekirin. Her wiha hevserokatiya yekitiyê hate hilbijartin. ‎

‏(dm)

ANHA