′Hêzên navneteweyî berpirsê sûcên şerê qirkirinê yê dewleta Tirk in′

Meclisa Rêveber a Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê û gerîla şermezar kirin û da zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî dikeve asta sûcên şerê qirkirinê. Her wiha hêzên navneteweyî berpirsê van sûcan nîşan da.

′Hêzên navneteweyî berpirsê sûcên şerê qirkirinê yê dewleta Tirk in′
30 cotmeh, 2022   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da. Tê de wiha hate gotin: "Em bi tundî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê şermezar dikin, herî dawî jî li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) li Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîn û di encamê de şehîd û birîndar çêbûn."

Di daxuyaniya meclisê de ev hate diyarkirin: "Ev yek di çarçoveya sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tînin de û destwerdana wê ya bêserûber li dijî dewletên herêmê bi taybet li Sûriyê û Iraqê pêk tên. Li hember wê bêdengiyeke navneteweyî ya tirs heye.

Dewleta Tirk beriya wê jî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî çekên kîmyewî bi kar anîn û hîna jî şopa çekên kîmyewî gewdeya zarokê bi navê Mihemed û gerîlayên HPG′ê dixwe."

Her wiha meclisa yekitiyê di daxuyaniya xwe de ev tişt got: "Em helwesta aliyên iraqî yên ku nehiştî komîteya ji Yekitiya Bijîşkên Navneteweyî lêpirsînê bikin, belgeyan kom bikin û hevdîtinê bi birîndar û qurbaniyên êrişan re pêk bînin, şermezar dikin. Her wiha bêdengya rêxistinên navneteweyî yên têkildarî parastina bijîşkan li hember binçavkirina Şebnem Kurur Fincaci ji hêla desthilatên dagirkeriya Tirk ve li ser daxuyaniya têkildarî destê dagirkeriya Tirk di bikaranîna çekên kîmyewî de daye, şermezar dikin.

Rêxistinên navneteweyî li hember serbestberdana Şebnem Kurur Fincanci berpirs in û desthilatên Tirkiyê li hember tenduristiya wê di girtîgehê de berpirs in."

′SÛCÊN ŞERÊ QIRKIRINÊ′

Di daxuyaniya meclisê her wiha ev tişt anîn ziman: "Berdewama êrişên dagirkeriya Tirk li pêş çavên cîhanê û dubarekirina bikaranîna çekên qedexekirî binpêkirina qanûna navneteweyî û mîsaqên NY′yê ne û li gorî peymana qedexeya qirkirina komî ya 1948′an sûcên qirkirina komî ne û ew yek civata navneteweyî radixe pêşberî berpirsiyariyên mezin.

Em Meclisa Rêveberiya Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê bi tundî sûcên hovane yên ku dikevin asta sûcên şerê qirkirinê şermezar dikin. Her wiha civata navneteweyî, desteyên NY′yê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan berpirsên van sûcan in."

Her wiha di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û saziyên têkildar hate kirin ku yekser lêpirsîneke navneteweyî têkildarî sûcên bikaranîna çekên kîmyewî pêk bînin û wiha gotin: “Divê Konseya Ewlehiyê ya NY`yê yekser destweranê bike ku mîna van komkujiyên wek sûcên qirkirinê ne qedexe bike, berpirs û sûcdaran muhasebe bike û radestî dadgehên sûcên navneteweyî bike. Em bang li Iraqê jî dikin ku li hember êrişên dewleta Tirk, binpêkirina serweriya xaka xwe û qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî berpirsiyariya xwe pêk bîne.”

(fr)