​​​​​​​Li Reqayê şaredariyê dest bi qonaxa duyemîn a qîrkirina rêyan kir

Ji bo temamkirina plan û projeyên xwe yên 2022′yan Şaredariya Gel a Reqayê di projeyên xwe sererastkirina rêyan de dewam dike û îro projeya qîrkirina kolana Til Ebeyd li naverasta bajêr û kolanên şaxê dest pê kir.

​​​​​​​Li Reqayê şaredariyê dest bi qonaxa duyemîn a qîrkirina rêyan kir
30 cotmeh, 2022   13:14
REQA

Îro alavên Şaredariya Gel a Reqayê dest bi qîrkirina kolana Til Ebyed kir. Ew kolan li sûka sereke ye û meqseda şêniyên Reqa û gundewarên wê ye.

Şaredariyê qîra kevn rêş kir û rê qîr kir.

Endezyar û çavdêrê pirojeyê Ebdulhemîd El Elîs li ser mijarê wiha got: "Piştî qonaxa yekemîn a qîrkirina rêyan dest bi qonaxa duyemîn a qîrkirina kolana Til Ebyed hate kirin.

El Elîst wiha domand: "Li gel me 6 hezar metre kab qîr heye û dê kolana Til Ebyed û kolanên şaxê werin qîrkirin û dê hezar û 100 metre kab bixwe û mîqdara mayî jî dê li rêyên din mîna sêgoşeya Ecêlî were belavkirin."

Li ser kolanên şaxî, El Elîs wiha anî ziman: "Dê kolanên şaxî yên di navbera kolana Til Ebeyd û kolana Wadî de werin qîrkirin û dê rêyên şaxî werin sererastkirin."

Di qonaxa yekemîn de kolana Kornîş, derdora parka Beyda û kolana ber bi wê ve hatin qîrkirin.

ANHA