​​​​​​​Rojnamegereke tunisî: Em dikarin bendên li pêşiya azadiyê derbas bikin

Rojnamegera tunisî Zihor El Meşriqî da zanîn ku sûcên li dijî jinan ên dagirkeriya Tirk û rejîma Îranê, hovîtiya rejîman a li dijî vîna jinan eşkere dikin û bang li jinan kir ku xebatên xwe li hember van rejîman bikin yek.

​​​​​​​Rojnamegereke tunisî: Em dikarin bendên li pêşiya azadiyê derbas bikin
30 cotmeh, 2022   00:46
HELEB - NESRÎN ŞÊXO

Jina Kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlona borî de bi destê "polîsên exlaq” ên rejîma Îranê bi îdiaya laçik baş nedaye serê xwe, hate qetilkirin. Di heman demê de akademîsyen, rojnameger û endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ji hêla MÎT’a Tirk ve li pêş mala xwe ya li Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di 4’ê Cotmehê de hate qetilkirin.

/ar/uploads/files/2022/10/29/161735_zhwr-mshrqy00.webp

Li ser siyasetên rejîmên zordar ên li dijî jinan li Kurdistan û Rojhilata Navîn, rojnameger Zihor El Meşriqî ku li Tunisê çalakvana mafên jinan e, ji ANHA’yê re axivî.

Zihor El Meşriqî got: "Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel û hemû jinên ji bo parastina jinan şehîd bûne, bi bîr tînim. Em bawer in ku em di nêrîn û helwestên xwe de azad in, ne bi zîhniyeta baviksalariyê tev digerin ku hewl didin me û xwestekên me kontrol bikin û me kelepçe bikin."

Zihor El Meşriqî wiha domand: "Li herêmên şer û yên nakok sûc li dijî jinan, çalakger û hiqûqnasên ku hewl didin bi dengên xwe yên azad şoreşa azadiyê pêxin, zêde dibin. Jin hewl didin zexta li ser xwe rakin û xwe ji zîhniyetên li dijî jinan rizgar bikin. Ew zîhniyet jinan wek hêmaneke duyemîn dibîne, lê jin dikarin neteweyekê bi giştî bi pêş bixin."

‛DENGÊN AZAD ÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK TÊN BIRÎN’

Zihor diyar kir ku hedefgirtina çalakger û akademisyen Nagîhan Akarsel bêdengkirina dengên azad ên li dijî dagirkeriya Tirk tê dikoşin û wiha pê de çû: "Dengê Nagîhan Akarsel dihat bihîstin, bi bandor, azad bû û bi hemû hêza xwe hebûna dewleta Tirk red dikir. Bi kiryareke tirsonak hate suîqastkirin, lê ev yek hevgirtina jinan li hember hêzên paşverû yên kapîtalîst û rejîmên otokratîk ên tirsonak zêde dike."

Zihor îşaret bi armancên hedefgirtina şehd Nagîhan Akarsel kir û ev tişt anî ziman: "Bi wê yekê hewl da tevgera jinan bitirsînin û nehêlin xebata xwe ya di çarçoveya azadî û rizgarkirina welat ji çeteyan temam bikin û li pêş avakirina welatekî demokratîk ku tê de jin hevgirtî bin, bisekinin. Hedefgirtina jinan nîşaneya hovîtiya rejîmên çewsîner e û divê em vê yekê bi yekitiya xwe ya li dijî wan hêzan red bikin."

Têkildarî sedemên bêdengkirina dengên jinan bi rêya hedefgirtina pêşengên şoreşa jinan Zihor ev tişt got: "Rejîma Tirkiyê ku hewl didin dengê muxalifên li hundir qut bike û gelek ji rojnameger û çalakger xistin girtîgehan li dijî Kurdan tundiyeke mezin pêk tîne. Ev yek rastiya rejîmê ku tenê bi mentiqê hêz û terorê dide û distîne eşkere dike."

‛PÊKANÎNA MAFÊN JINAN HÊMANEKE BINGEHÎN A CIVAKÊ YE’

Têkildarî vê yekê Zihorê ev tişt got: "Zêdebûna hebûna rêxistinên civaka sivîl, tevgerên jinan û xwegihandina tevgerên li hundir û derve di çarçoveya hevgirtina fireh a yekgirtî de û xîtabkirina rêxistinên mafên mirovan têkildarî mijarê çareya deşîfrekirina van rejîman û pabenbûna dewletê bi wekhevî û pêkanîna mafên jinan ku hêmaneke bingehîn civakê ye."

Zihor diyar kir ku şerê li dijî zihniyeta baviksalarî bi xebateke yekgirtî ya jinan bi hemû nasname, bawerî û rengên wan pêkan e û wiha dewam kir: "Teqez em dikarin hemû bend û astengiyên li pêş me ku kedên pêkanîn azadî û desteka destkeftiyên me bên astengkirin, derbas bikin. Em jin qanûnên navneteweyî bişopînin da ku li hember wan rejîmên çewsîner ku bi hemû rê û rêbazan şerê me dikin û me weke welatiyên di pileya duyemîn de dihesibînin, weke hevjîn, dayikî û bermalî dibînin, bisekinin. Mîna ku rola me tenê ew be ku civaka baviksalarî wan erkan pîroz dibîne."

‛JI BO BIDAWÎKIRINA BINPÊKIRIN Û SÛCÊN LI DIJÎ JINAN HEVGIRTIN PÊWÎST E’

Zihor eşkere kir ku pêwîstî bi xurtkirin, têkiliya rêxistinên jinan û danîna planên hevgirtî yên şermezarkirina rejîmên jinan diçewisînin heye û wiha dewam kir: "Rola rêxistinan pêkanîn û berfirehkirina hevgirtina jinan e ku li hember wan binpêkirin û sûcên li dijî jinan pêk tên, bisekinin."

Rojnameger Zihor El Meşriqî îşaret bi kongereya cîhanê ya jinan kir ku di Îlona borî de li Tunisê li dar ket û tê de jinên ji gelek welatên cîhanê amade bûn û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ev kongre li herêm û qada navneteweyî baş hat pêşwazîkirin. Dema behsa azarên jinan li her herêmekê, azarên jinan li Kurdistan û Filistînê û hwd hate kirin, pir bi bandor bû. Dikare kongreyên wiha werin lidarxistin û ne tenê carekê, lê belê pêwîstî bi têkilî, lidarxistina panel û xîtaba desteyên navneteweyî û rêxistinên mafên jinan ji bo şermezarkirina sûcan û astengkirina wan heye."

(fr)

ANHA