Pêkhateyên Cizîrê piştgiriya xwe ji gerîlayan re nîşan da

Bi diruşma "Şehîd rûmeta me ne û tolhildana soza me ye" Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyeke girseyî ji bo şermezarkirina sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîlayan pêk tîne li dar xist.

Pêkhateyên Cizîrê piştgiriya xwe ji gerîlayan re nîşan da
Pêkhateyên Cizîrê piştgiriya xwe ji gerîlayan re nîşan da
Pêkhateyên Cizîrê piştgiriya xwe ji gerîlayan re nîşan da
Pêkhateyên Cizîrê piştgiriya xwe ji gerîlayan re nîşan da
Pêkhateyên Cizîrê piştgiriya xwe ji gerîlayan re nîşan da
Pêkhateyên Cizîrê piştgiriya xwe ji gerîlayan re nîşan da
Pêkhateyên Cizîrê piştgiriya xwe ji gerîlayan re nîşan da
Pêkhateyên Cizîrê piştgiriya xwe ji gerîlayan re nîşan da
Pêkhateyên Cizîrê piştgiriya xwe ji gerîlayan re nîşan da
29 cotmeh, 2022   16:47
QAMIŞLO

Di çarçoveya hemleya "Şehîd rûmeta me ne û tolhildan soza me ye" Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan çalakiyeke girseyî ji bo şermzarkirina sûcên ku dewleta Tirk a dagirker ku li dijî gerîlayan pêk tîne li Stada Şehîd Heysem Kico ya li Qamişloyê li dar xist.

Bi sedan pêkhateyên ji herêma Cizîrê, bi hemû pêkhate û etnîkên wê, saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan, nûnerên ji Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), hemû saziyên civaka sivîl û leşkerî yên li herêma Cizîrê kom bûn.

Li stadê wêneyên rêber Ocalan, wêneyên 17 gerîlayên di êrişên çekên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk de şehîd bûbûn, alên HPG′ê, Kongra Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), TEV-DEM′ê, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan hatin daliqandin.

Ji wê zêdetir jî pankartên "Gerîla rûmeta me ne", "Li dijî îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê", "Şehîd rûmeta me ne", "Gerîla nûnertiya me dike" hatin daliqandin. Her wiha cilên HPG′ê û pirtûkên rêber Ocalan, nivîsên gerîla û gelek tiştên manewî yên îşaretê bi hebûna gerîla dikin hatin danîn.

Di çalakiyê de Hevseroka TEV-DEM′ê Rûken Ehmed îşaret bi rola ciwanan kir û wiha got: "Ciwanên şoreşger dê dewleta Tirk a dagirker têk bibin û dê xwe ji cîhanê re îsbat bikin ku hedefgirtina 17 gerîlayan dê bi xwe re welidîna bi hezaran azadîxwazan bîne."

Rûken Ehmed wiha domand: "Ruxmî ku dewleta Tirk a dagirker li ser peymana qedexeya bikaranîna çekên kîmyewî îmze kir, lê ew peymana navneteweyî bin pê dike û hemû cureyên çekên kîmyewî û gazên jehrî li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê bi kar anîn."

Rûken Ehmed diyar kir ku rola mezin di komkujiya li çiyayên Kurdistanê pêk hatiye ya PDK′ê ye, ew jî dema maskên gaza kîmyewî diparêzin ber bi çiyayên Kurdistanê ve diçûn PDK′ê nehişt û radestî dewleta Tirk kirin.

Di dawiyê de Rûken Ehmed bal kişand ser girîngiya perwerdê û ev tişt got: "Ger em xwe perwerde nekin, dê dewletên neteweperest vê yekê derfet bigirin û dê hewl bidin me li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Ji ber wê rêber Ocalan girîngiyê dide ciwan û jinan. Ji bo wê divê ciwan şopa Rûken û Sara di têkoşîna xwe de ji bo gihandina armancên xwe esas bigirin."

Li aliyekî in jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Necah Gulo bang li ciwan, jinan û hemû pêkhateyên herêmê kir ku bi yek destî destkeftiyên şoreşa ku bi fedekariya şehîdan pêk hatine biparêzin û li hember plan û siyasetên dewleta Tirk a dagirker bisekinin."

Li kêlek wê endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê  Sûriyê Rîm Dada li ser navê tevgera ciwanan û jinên ciwan îşaret bi siyasetên li dijî jinan kir û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi dirêjahiya salên borî li dijî destkeftiyên Şoreşa Rojava, bi taybet jinên têkoşer ku şerê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ′ê kirine, dike. Ji ber jin bingeha pêşketina civakê ye."

Rîm soza têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan ên pêkanîna azadî û jiyana birûmet nû kir.

Çalakî bi stranên ji hêla hunermend Baran Dilbihar û dîlanan bi dawî bû.

(fr)

ANHA