​​​​​​​Hiqûqnas: Hêzên navneteweyî berpirsên êrişên dewleta Tirk in

Hiqûqnasan da zanîn ku hêzên navneteweyî berpirsên êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û got ew êriş binpêkirina serweriya Sûriyê ne.

​​​​​​​Hiqûqnas: Hêzên navneteweyî berpirsên êrişên dewleta Tirk in
29 cotmeh, 2022   00:47
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Endamê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Idrîs Îso da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên li dijî gelê herêmê bi rêya êrişên li ser xaka Sûriyê dewam dike û wiha got: "Ev êriş binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî û sûcên şer in."

Îso bal kişand ser êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê ku di encamê de gelek welatî şehîd dibin û wiha domand: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan pêkanîna Mîsaqî Millî ye, rûbera dagirkeriya xwe ber bi aliyê başûrê xaka Sûriyê û Iraqê ve fireh bike."

Îso wiha pê de çû: "Dagirkeriya Tirk hewl dide bi hemû rêbazan nakokî û şer pêk bîne. Da ku van herêman dagir bike û siyaseta xwe ferz bike, mîna li Lîwa Îskenderon kiriye. Derfeta êrişên dagirkirinê li xaka Sûriyê li pêş çeteyên DAIŞ’ê û şaneyên wê vedike."

Idrîs Îso wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê sûrî û hikumeta Sûriyê li hember van êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û der bare sûcên şer de giliyê wê bikin."

Li aliyekî din jî hiqûqnas Faris Ebdurehman Hacî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bêdengiya navneteweyî bi kar tîne ku êrişên xwe yên li dijî herêmê û gelê wê dewam bike."

Hacî wiha dawî li gotina xwe anî: "Hêzên navneteweyî berpirsên êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî xaka Sûriyê û binpêkirina serweriya wê ne. Divê civata navneteweyî ji bêdengiya xwe derkeve, êrişên dagirkeriya Tirk şermezar bike û sînorekê jê re deyne."

ANHA